Çîroka melle û kûçikê kesekî dolemend

 

Kasî yûsiv
  Di herêmeke ne gelkî dûr ji me ,mirovek hebû dolemendbû ,û gelekî hij xwe kirîbû;tûlekî wî hebû, pir jê hez dikir,rojekê ew seyê wî mir,rabû çû mala melle yê gundê xwe ,ka tarika xwe,û jêre got :seyda dema te xweşbê,seyda lê vegerand wey elykumusslam we rehmetullahî we berekatuhu,emir bike ezbenî,yê dolemend jêre got: é bi xwedê seyda kûçikekî minî pur ezîz û xoşewîst hebû
lê ji vê dinyayê barkir,û min soz dabû gava bimrê ezê bi wesîtiya wî bikim,û piştî wî ezîzî xatir xwest û çû ser oxira xwe,min wesîtiya wî xwend,têde danîbû divim ku mîna mirovan werim şûştin û kefenkirin û dûvre veşartin.

  Dema melle ev peyv bihîst pir nefret bû û bi hişkî lê vegerand :yan ti dînî yanjî nezanî,nizanim çi bêjim te ,keko ev tûleye ,tûle nicise,û herame ez destê xwe bidim wî,here wî bibe pişta vî gelyê ha kelaşê wî bavêje wêderê heta kêzik û kurmik laşê wî bixwin,mane seye bavo,û her mûkî wî çil rojî me bêlimêj dike ger bighê laşê me Dema xwedyê se ev gotin bihîst ji mela, serê xwe hejand û liê mela vegerand :seyda lê te ne hişt ez wesîtiya wî bi dawî bikim,kûçikê min gelekî şehrezabû,ew di dawiya wesîtiya xwede dibêjê :yê ku min bişo û mi veşêrê  nîv kîlo zêr beramberî vî karê wî divê bidim wî kesî.
  mela ev gotin bihîst,û pêre pêre guhertin kete asta dengê wî,û jêre bi lez got:te got rehmetî navê wî çibû?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…