Mamoste Salah Saadellah Zavayê Mîr Celadet Bedirxan Bû

Konê Reş    

  Piştî ku mîr Bedirxan di sala 1847 an de sirgûnî Stenbolê bûye, neferên
malbata wî di çar kenarên dinyayê de belav bûne. Di wê mişextiyê de keçên xwe
dane gelek mirovan. Ew keçên ku dane jî, bi rêk, pêk û şêwir dane û wiha gelek
zavayên wan ji malbatên naskirî hene wek. Malbata qeralê Ûrdunê, malbata
Elsulih li Libnanê, malbata Rehmî Hekarî û malbata Saadellah ji Zaxo.. Belê di
baweriya min de çendî zavayên Bedirxaniyan hebin û têvel bin, kes ji wan
nagihêje bejin û bala kurê Zaxoka Botan Salah Saadellah. Ne di ware mirovahiyê
de, ne di wê ilm û zanînê de û ne di warê Kurdewariyê de. Ez dikarim wî bi navê Mirê zavayên
Bedirxaniyan bi nav bikim.
  Gelo mamoste Salah Saadellah
kî bû? Ew nivîskar, torevan, wergêr, zimanzan û rewşenbîrekî kurd bû.
Rehmetî di sala 1930 î de li Zaxo hatibû ser rûyê dinyayê, xwendina xwe li
Kurdistanê, Îraqê û Birîtanya xwendibû, pirrê jiyana xwe a karê endîzyariyê li
Bexda derbas kiribû. Di ber karê xwe yê fermî re bi ziman, ferheng, wêje û
wergêra ji zimanê kurdî bo îngilîzî û erebî û ji îngilîzî bo kurdî û erebî
mijûl dibû û wiha gelek pirtûkên wî yên hêja di vî warî de hatine çap kirin
wek: Dîplomat ku ji îngîlîzî wergerandiye Kurdî, û pirtûka Kurdistan
Divided Nation of the Midlle East
, ku ji berê 50 salî ve bi îngîlîzî
nivîsandibû û çap kiribû, bi naznavê (S S. Gavan), hem jî ev pirtûk
hatiye wergerandin Erebî û paşê jî zimanê Rûsî. Ferhenga Salaheddîn bi
kurdî û îngilîzî ye. Hem jî ji xebatên wî yên herî balkêş wergerandina Mem û
Zîn
ê ye ku ji kurdî kiriye îngilîzî û di sala 2008an de hatiye çap kirin û
wiha bi dehan pirtûkên wî bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî Hene.. Buhiştî di
roja18/10/2007 an de, ango berî salekê ji niha ve li paytexta Kurdistana azad,
Hewlêr çûye ber dilovaniya Xwedê. Li ser daxwaza wî, ew li bajarê wî Zaxo di
nav xizm û karên wî de veşartine. 
 Belê kebaniya wî emîre Sînemxan Bedirxan e, keça mîr Celadet Alî Bedirxan e, neviya mîrê
Botan, mîr Bedirxanê Azîzî ye.. Du zarokên wan hene; Azad û Dilnaz, Azad
wek bavê xwe endezyar e û niha gelek kompaniyên wî yên bi navê GAVAN ku naznavê
bavê li wan kiriye li Hewlêrê hene. 
 Wêne: Ez û rehmetî
Salah Saadellah, di festîvala Bedirxaniyan de li Hewlêrê sala 2006an.     
 Qamişlo, 30.08.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...