leşkeriya neçarî pilan e!

Qado şêrîn 
  

Eger mirov li dîroka welatan vegere, mirov dê bibîne
ku leşkeriya neçarî tenê sîstemên gelemperî û ne demuqrat bi kar anîne, yan jî
di wextinan de ku dewlet hewcedarî berevaniya giştî bûne, daku rêjîmê yan
sistem û kesatiyên sîstemê bên parastin. Belkû jî ji bo şer û cengên vala, daku
rêjîma totalîtar û ne demuqrat temenê xwe dirêj bike û bê parastin. 

Ew sîstem baş dizanin ku ne bi zorê be kesek ji bo wê
xwe nade kuştin,  nade pêş û
berevaniyê jî di ber de nake.

Her wiha partiyên gelemperî yên ku mîna sîstemên
gelemperî û diktator difikirin, dikarin leşkeriya neçarî tenê li ser
mirîd û endamên xwe ferz bikin, ji ber tu yasa tune, tu rê jêre tune ku xelkê
bikşînin leşkeriya neçarî û wan bikşînin şer û cengên vala yên ku tenê xizmeta
pilanên wê dike.

 

Ji bo leşker û leşkeriya neçarî akadîmiyên leşkerî
gerek in, perwerde û aborî û samanî gerek in, xakek e azad û hikûmeteke
hilbijartî û gelek tiştên din gerek in. 

 
Em bên ser Rojavayê Kurdistanê(R.K). li R.K dewlet û
yasa tune ku xelkê ji bo leşkerkirina neçarî birêxistin bike.
Rêjîma Beşar a diktator heye, û sîstema Pyd a yekalî heye. Pyd ji bo pirojeyên
xwe yên yekalî sîstemek damezirandiye û navê kantonan lê kiriye, ew sîstem ne
bi dilê tevaya gelê kurd e, ne bi hilbijartin û demuqratî hatiye damezirandin,
êdî ew sîstem nûnertiya xelkê nake, daxwazên xelkê yên jiyana rojane pêk nayne,
bêtir xizmeta pirojeyên Pyd yên taybet dike. Di dîroka şoreşan de jî wiha
nebûye, wexta partî bi şoreşan rabûne jî leşkeriya neçarî ferz nekirine, çimkî
yên baweriyê bi fikra şoreşê tînin pê radibin, neku hemû kes tev li şoreşê
dibin, wê wextê dikare gelek pirsgirêk derkevin. 
 
Pyd tenê dikare li ser sofîk, mirîd û endamên xwe
leşkeriya neçarî ferz bike, ew ne dewlete taku li ser gel an tevaya
xelkê ferz bike, texmîn heye ku ew dê xelkê bajo ser kuştinê ji bo pirojeyên
xwe yên taybet, mîna komkujiya Til Hemîs.
 

Biryara Pyd yekalî û ne rewa ye, çimkî R.K dagîrkirî
ye, ne azad e, ne dewlet e, êdî eşkere ye ku yek ji pilanên rêjîmê ye,
ew biryar tenê xizmeta rêjîm û pilanên pyd yên taybet dike.

 

Eger em kurdewarî bifikirin, mirov dikare wiha bêje:
eger kurd yek bana, gotar û biryara wan a siyasî yek baya, wê xelk
bêtir bi dû baweriyên xwe de biçûna û bibûna leşker, wê bidana ser şopa dilê
xwe, şopa hestê neteweyî, belkû jimara leşkeran jî bêtir biba.

 

Pyd bi xwe re neraste, dibêje Ometa Demuqrat,
xweseriya demuqrat û leşkerîkirinê li ser xelkê ferz dike, bila bang li
xelkê bike, heçê bixwaze bila biçe û bibe leşker, neku xelkê mecbûr bike bike.

 

Beşek mezin ji gelê kurd li R.K ne bi wê biryarê re ye,
êdî metirsiyeke mezin li ser gelê kurd heye, ku xort û ciwan terka
xaka xwe bikin, daku tev li pilanên pyd ên yekalî nebin, û ku hat û wiha bû dê
herêm ji kurdan vala bibe, jixwe rêjîm jî wê dixwaze, û tirsa min ji wê tirsê
ye ku li ser daxwaza rêjîmê ew pilan hatibe danîn.

 18/07/2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...