Çima ji bo Herêma Kurdistan qiyamet rabû?

Tengezar Marînî
 

Gelek xwişk û bira pirseke gelekî rewa û di cihê xwe de dikin: 

Çima USA û Europa, bi hawarê rikberiya Sûriya ve nehatin û nayên, lê di
2 rojan de bi hawara kurdan ve hat?

Çima têkiliyên xwe bi Herêmê re girêdidin û li dij PKK û baskên wê li
Sûrî radiwestin?

Bi kurtî: Bawerî bi rikberiya Sûrî nîne, ji ber ji destpêkê ve, neyek
in, islama ko zû hate veguhestin bo ya tundrew, li ser asteya siyasî jî, çu
projekt ji bo Sûriyayeke nû nebû û ta niha jî nîne.

Lê çavdêriya wan li serpêhatiya Kurdistanê, bo wan diyarkir, ko dikare
sîstemeke siyasî fereh, sûkeke azad û tolerensek li ser bingeha rêzgirtin,
pêkvejiyan û ruha lêbuhurînê, bête avakirin, eger alîkarî û piştgirî hebe.
 

Pirsa ku alîkarî bi PKK û baskên wê re
nabe, gelek sedem hene:

 1. PKK bi kêşeya welatekî Nato ve girêdayî ye û Pakta Nato bi peymanan
bi hev ve bend in.
 2. PKK bi xwe rojekê xwe dostê welatên cîhana azad nedîtiye, ne ji hêla
îdolojî ve û ne ji hêla berjewendiyan
 3. Mixabin hîn PKK di lîsta terorê de ye û gavên tavêje, nebes in, ku jê
were avêtin. PKK di van mercên îroyîn de, dikarîbû siyaseteke din bi rê ve
bibra, ko bûbane bingeh bo derxistina wan ji lîstê.
 4. Daxuyaniyên serkêşên wan ( Bayik, di hevpeyvîna bii FAZ re), ku digel
xîtaba hevdemî nagunce.
 

Sedema lihawarhatina Kurdistanê, ko kêm Ol hatin
qirkirin (êzdî û xirstiya) û deverên pîroz yên olên xiristiyan, Kakaî, Sabî,e
hatin roxandin, bi sedê hezaran koçber bûn

 

Ji bilî
wê jî. Herêma
Kurdistan statuya wê ya siyasî wek herêmek di hundurê sîstemeke fedralî de
heye, wate mafê vê herêmê ye nûnerên wê li her welatî hebin û nimûne gelek
in..welatên yekîtiya elmaniya nûnertiya wan li yekîtiya Europa heye û berovajî,
wate avakirina lobî.. ji bîra gelekan diçe, ku li Kurdistanê leşkerekî Emerîkî
di 9 salan de nehate kuştin. Pêwendiyên Kurdistan  yên bi 
hêz bi Vatîkanê re. serayî van jî, pêkvejiyana netewe û olan li
Kurdistanê, ko cihê xweşaliya gelek welatên cihê qerarê ye û ji wan Vatîkan. Li
vir hêjayî gotinê ye, ku têkiliyên zanîngehên Kurdistanê di gel zanîngehên
cîhanê, ko bû sedema balkêşana saziyên zanistê û bi taybetî sosiyologan, ta
giha wê radeyê, Prof. Dr. Phil. Hartmut Griese, 6 mehan semînarên xwe, li sala
2009an, di bin navê ” Pêkvejiyana li Kurdistanê, dikare bibe nimûne bo
Elmaniya û Cîhanê”. Wate Kurdistan di warê zanistî de jî, lobiyek
avakir.  Seredana şandeyên siyasî an jî
ragehandinê û belavkirina raportan li ser Kurdistanê, bi kem û kuriyan ve jî û
li vegerê, endamên şandan bûn baliyozên kurdan li wan welatan û ew bû sedema ko
aborîvan berê xwe bidin Kurdistanê û alîkar bin, ko yasaya Investasiyonê modern
li Kurdistan ji hêla Perlemanê ve bête teqezkirin.

 

Siyaseta hêminane û kêşemijtinê, dostên herêmê pir
kirin.

 

Ev nayê wê wateyê, ku kêmasî nebûn.. Belê kêmasî
zor bûn, mîna xalûxwarzêtiyê, neserbixwebûna dadgehê bi temamî, gendelî û….
Ev rûdaan û kareseta ku bûyî, xalên zeîfiyê bêhtir diyarkirin.. Birîn kûr e,
derb giran e û bi hêviya kesek li ser van êşan pêkolê neke, bend û bendîtiyê
bike… Yê mezin dikevin, yê biçûk radibin, yê rast tûşî alozî û zehmetiyan
dibe, lê dê her serketin di dawî de para wî bî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…