Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Xelek 17 .. Dewlet û hişyariya netewî (Hineknimûne ji dîrkê)

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Berê em gîhabûn wê yekê, ku civaka me ya kurdî kirîzeya hişyariya netewî heye, pergala bazdanê, ku em ji 25 sedsalan de tê de ne, ji ber vê kirîzê peyda bûye, her weha evê kirîzê em lawaz kirine, ku tevî şoreşên pir, û kewranên cangoriyan, me nikarîbû ne welatê xwe rizgar bikira, û ne jî dewleta xweser dameziranda.
Her weha berê jî me dît, ku di navbera hişyariya netewî û dewleta netewî de têkiliya hevbandorî (deyalîktîk) heye, çimkê destpêkên hişyariya netewî rê ji bo pêkanîna dewletê dûz dikin, û di çarçewa dewletê de hişyariya netewî tê sazûmankirin û ber bi pêş ve diçe, û sîwana wê fireh dibe, û şûna xwe  bi nifşan re bi hêz digre, da civak hevgirtî bimîne. Êdî ka em hin nimûneyan ji dîrokê bidin ber çavan.

Nimûneyê farisî:
Hinek êlên Arî, di sedsala (8 b.z) de, di devara Pars an jî Parsua (başûrê Îrana îroyîn) cîwar bûn, bi navê (Faris) hatin naskirin, û girêdayî şahnişîna Îlam bûn. Gava şahnişîna Îlam, bi sedema talana Aşoriyan, lawaz bû, Farisan destlata xwe fireh kirin, û paşê ketin bin nîrê dagîrkirina Aşoriyan, lê di pey re pêşiyên Kurd; Medan ew rizgar kirin, û bi şahnişîna xwe ve xistin. Welatê Farisan, wê hîngê, ji hêla aborî de xizan û paşvemayî bû, ji ber ku ew welat çolên bê ber bûn, vê lomê jî farisan giranî dan ser bazirganiyê û talanê.
Sala (553 b.z) qeral Koreşê duwem êlên Farisan li ser bingeha netewî dane ser hev, da wan ji girêdana bi şahnişîna Med re rizgar bike.Ewî nakokiyên pêşewayên Med bi kar anî, û sala (550 b.z) şahnişîna Med dagîr kir, û di pey re welatê Babil û Sûriyê û şahnişîna Lîd (rojavayê  Tirkiya îroyîn) jî dagîr kir, û da ser welatê Tirkan li Asyaya navîn, û împeretoriyeke mezin damezirand.
Di serdema Qembîzê yekem   û Darayê Yekem de talan û hêrişên Farisan berdewam bûn, û awayê qeraliya navendî şûn girt. Di sîbera destlata navend de zaravayên êlên Farisan di zimanekî netewî de hatin pişaftin (helandin), û zeredeştî wek ola netewî hat pejirandin, bazara aborî ya netewî hat avakirin, û sermiyanê netewî peyda bû, û pêre jî Faris bûn hêzeke aborî û polîtîkî û leşkerî mezintir, û bîriya netewî farisî peyda bû, hişyariya netewî ya tevayî di civaka farisî de bi hêz şûn girt, û mêldariya netewê da ser ya êlîtiyê(1).
Li derdora nîvê sedsala (7z) de Ereban împeretoriya Farisan gêrkirin, lê hişyariya netewî di bîriya farisî de bi hêz şûn girtibû, lema jî piştî kêmtirî 2 sedsalan hinek rewşenbîr û siyasetmedarên wan tevgera vejîna neteweya farisî damezirandin. Ev tevger, ji hêla çandî ve di vejîna ziman û dîrok û wêjeya farisî de diyar bû, û ji hêla polîtîkî ve di damezirandina dewleta Sufariyê (867-908z)  û dewleta Samanî (874-999z) de diyar bû, û helbestvan El-Fîrdewsî (1020 z mirî) jî dîroka farisî ya efsaneyî bi awayê helbestê di destana (Şahname)de da ser hev(2).
Hişyariya netewî farisî di sedsalên di pey re de wek berê şûngirtî ma, talankarên Silcûq û Xuwarizm û Mangol û Teteran nikarîbûn ew lawaz bikirana. Di sedsala (16z) de dewleta Sefewî diyar bû (damezirênerên wê Kurdên hatibûn fariskirin bûn), îslama şîî, bi çand û nasnameya farisî berhema wê dewletê bû, û rêbaza sinî nepejirand, ji ber ku ev rêbaz nûnerê çand û nasname erebî ye. Û di sedsala bîstemîn de jî hişyariya netewî farisî di nûdewleta Îranê  bi serpereştiya şah Riza Behlewî de diyar bû, û komara  îslamî ya Îranê îro berdewamiya hişyaria netewî farisî ye, lê, bi nasnameya şîî ye.

 Nimûneya erebî:
Ereb, di welatê xwe yê gelek xizan de, êlên pev diçûn bûn, ji hêla şaristanî de, li paş gelên derdorê mabûn, her êlekê, yan jî her hevbendiyeke êlîtî rêvebirî, zarav, xweda û mala wî xwedayî, ku şûna hecê bû, hebûn, bi ser de her êlekê bazara, ku di dema hecê de diqewimî jî hebû. Nakokî di navbera Erebên bakur (Siûdiya îroyîn) û Erebên Başûr (Yemen) de giran bûn, û zimanê başûriyan ji yê bakuriyan cuda bû.
Li derdora sal (610 z) de pêximber Mihemed ola îslamê ragihand û hem bi xweşik-kirinê û hem jî bi tirsê bi êlên Ereb da pejirandin, Kebe û xwdayên wan ji holê rakirin, û hemî êlên Ereban li derdora xwedayekî û Kebeyekê, ku Keebeya Mekkê ye dan ser hev, û ew xistin bin sîbera yek zimanî (zarava ya Qureyş), û neçareyî pejirandina yek dewletekê kirin.
Piştî mirina pêximber Mihemed hin êlên Ereban li hember dewleta Xîlafetê rabûn, û nexwastin xwe ji wê dewletê re dînin, lê xelîfe Ebû Bekir bi tundî ewna şikandin, û neçareyî bin sîbera dewletê kirin, û di pey re jî bervê Ereban ber bi gelên din de kir, da talan û hêrişan bidin ser welatên wan. Xelîfeyên pêşî jî ev riya Ebû Bekir girtin, û împertoriyeke ji sînorên Çînê ve digire heya bi Îspanya jî di nav de damezirandin.
Di sîbera dewleta Xîlafetê de hişyariya netewî erebî ya komel ber bi pêş ve çû, û mêldariya nasnameya êlîtî bi paş de ma, û bîriya netewî hate (dîrok, navdengî, wêje, helbest metelok û bermayî û hwd…) peydakirin. Û tevî ku Buweyhiyan û Silcûqan û Mangolan û Teteran û Osmaniyan, bi sedsalan li ser wan hukumdar  bûn jî, lê nikarîbûn hişyariya netewî erebî lawaz bikirana, û gava dewleta Osmanî, di yekemîn çarîka sedsala bîstemîn de lawaz ket, hişyariya netewî erbî hate vejandin, û Ereb, bi serperştiya El-Şerîf Huseyn ( ji malbata Benî Haşêm, eşîra pêximber Mihemed e) kom ser hev bûn, û sala (1916) li hember Osmaniyan rabûn, û pê re jî dewletên erebî yên xweser hatin damezirandin.

Nimîneyine din:
Nimûneyine din hene, rola dewletê di pêşveçûn û belavbûn û bihêzkirina  hişyariya netewî ya komel de dupat dikin, wek nimûne;  pêşî Tirk li Asyaya navîn de, bi rêvebirî û zarav û olên cud cuda, êlên pevdiçûn bûn, lê ewana bi rêvebiriya sultan Tuxrul Begê, ku ji şaxê Silcûq bû, bi ser hev hatin, û paşê jî dest dan ser Efganistan û Îran û Kurdistanê, û sala (1055 z) jî dest dan ser Bexdayê, û bi Sûriyê û Enadolê de belav bûn. Osmanî jî berdewamiya wan bûn, ku împeretoriyeke mezin damezirandin, û nasnameya netewî tirkî, di bin sîbera wê împeretoriyê de, şûna nasnameyên Tirkmanî êlîtî wergirt, û zimanê tirkî jî şûna zaravayên tirkmanî wergirt. Dewleta Tirkiyê ya nûka jî şûngirtina Silcûq û Osmaniyanî ye(3).
Piraniya dewletên kevin wek vî awayên farisî û erebî û tirkî hatin damezirandin, û hîna jî  navên miletên xwe yên kevin, yan jî navê hêzdartirîn êlên xwe  hildigrin, û hişyariya netewî ya xweber (fitrî) , li ba wan êlan dikarîbû ji bo pêşewayekî hêzdar û zîrek bibe alîkar, da wan êlan di çarçewa dewletekê de bi ser hev.
Navê dewleta Çînê ji navê gelê îyaleta Çîna hatiye wergirtin, pêşewayê wê îyaletê des da ser hemî îyaletan, û sala (221 b.z) împeretoriyeke yekbûyî damezirand,  û navê dewleta Rûsiyayê ji navê êlên Rûs ên Sulavî hatiye wergirtin. Dewleta Rûsiya, berî sala (1330 z) tune bû, ew hin mîrnişînên, ku di bin sîbera hukumdariya Mangolan de bûn, lê Îvanê sêyem diyar bû (ji sala 1462 heya 1505 hukumdar bû) û ew mîrnişînan kom ser hev kirin û dewleteke mezin damezirand.
Navê dewleta Firansa jî ji navê êlên Fîrenc hatiye wergirtin, û li derdora sala (987 z) hatiye damezirandin, û navê dewleta Almanyayê  (Cirmanya) ji navê êlên Cirman hatiyê wergirtin, û dewleteke yekbûyî, ku navê wê (Almanya) ye, beriya sala (1871 z) tune b û, ev dewlet wê hîngê êline cud cuda bûn, (38) mîrnişîn ji wan peyada bûbûn, lê  ew mîrnişînan,bi cefayên serok wezîr Bismarck, kom ser hev bûn, û dewleteke federalî damezirandin(4).
Hevpariya dîrokî di navbera evan dewletan de ew e, ku pêşî her yek ji wan  êlên miletekî (rehekê) bûn, rêvebirekî hêzdar û zîrek di nav de diyar dibû, hişyariya netewî hevbeş bi kar tanî, û ew êlan di yek dewletê de, û di sîbera yek zimanî, û çanda netewî ya hevbeş, û bîriya netewî, û hin caran jî yek olê de didan ser hev.
Gelo miletê me yê Kurd jî di van qunaxan re derbas bû ye?. Bila ev yeka jî mijara xeleka, ku wê bê be.
      Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
              12. 07. 2014
          
Jêder û çavkanî:
(1)   Biner Herodotus: Tarîx Herodotus, rû 92. Dyakonov: Mîdya, rû 72. Taha Baqir û Hinên din: Tarîx Îran El-Qedîm, rû 37. Ebdilhemîd Zayêd: El-Şerq El-Xalêd, rû 600. Mihemmed Beyyomî Mehran: Tarîx El-Îraq El-Qedîn, rû 460.
(2)   Fîlîp Hittî û hinên din: Tarîx El-Ereb, rû 537. Hesen Îbirahîm Hesen: Tarîx El-Îslam, 3/82. Emîn Ebdilmecîd Bedewî: Cewle fî Şahname El-Fîrewsî, rû 7-15.
(3)   Ebbas Îqbal: El-Wezare fî Ehd El-Selacîqe, rû 29. Ehmed Kemal El-Dîn Hilmî: El-Selacîqe fî El-Tarîx û El-Hedare, rû 21-25. Ebdilmunêm Hihemmed Hesenên: Selacîqet Îran û El-Îraq, rû 16.

(4)   Omer Ebdilhey: El-Felsefe û Elfikir El-Siyasî fî El-Sîn El-Qedîme, rû 11. William Durant: Qîsset El-Hedare, 26/1, 7, 8, 11. Herbert Fîşer: Tarîx Ewropa fî El-Esir El-Hedîs(1789 – 1950), rû 195.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…