Feqî yê Tîran.. Jiyan û helbest û helbestvanî.. Beşê yekem.. Xelek 3 (Dîroka kesayetî)

Heyder Omer 

Nasnav:

Eger heya nûka, me navê helbestvanê xwe hinekê zelal kiribê jî, lê navê wî yê ku pê di wêjeya kurdî de  hatiye naskirin, ango (Feqî yê Teyran/Tîran) hîna jî ne zelal e. Bi baweriya min emê ji neçare heya demekê jî bendewar bimînin, da ku hemî berhemên, ku bi navê wî hatine komkirin, werin tûjandin, heye rexnegir û lêgervan û tûjanewer karibin vî navî zelal bikin; ev navê, ku bûye mijara çîrokên, ku karînên efsaneyî, ji derveyî karînên mirovan, sipartine helbestvanê me.
 Keşkûla Elîksener Jaba kevintirîn jêder e, ku hinek agahî li ser Feqî yê Tîran tê de hene, lê hema bi çarekê jî xwe nêzîk şirovekirina vî navî nekirî, û tiştê ku em li ba Herekol Azîzan (yekek ji navên Celadet Bedirxan bi kar tanî ye) dibînin ne tenê persiva zanistî nade, belê bi ser de jî vê nezelalbûnê duqat dike.
Herekol Azîzan ji bo zelalkirina nasnavê  helbestvanê me çîrokeke, ku ji devê Evdirehmanê Garisî bihîstiye, hewal dide. Ev çîrok nêzîkî zargotinê ye, dikare helbestvanê me ji qalibê mirovan derxîne û hilde asta efsaneyan. Ҫîrok weha diçe, ku Feqî zimanê perandan zaniye, vê lomê jî leqebê Feqî yê Teyran wergirtî(1), bê ku nerîn û boçûna xwe li ser çîrokê û yotobiya wê diyar bike. Qanatê Kurdo jî weha diçe, ku ew li nav Kurdan bi nasnavê Feqî yê Teyran hatiya naskirin: „….ewî zimanê teyr û terewulan dizanîbû, dengê sirûşta zêndî û ne zênmdî da xeber dida, sebeb wê yekê xelqê Kurd navê „Feqê Teyran“ li wî kirine“(2). Li gorî gotina Seîd Dêreşî û Pêzanê Alixan, di pêşgotina dîwanan Feqê Teyran de, lêgervan Sadiq Behadîn Amîdî jî vê yek dadigerîne(3).
Hinek jêderên din jî jiyana wî pelandine, lê mixabin neketin destên. Wek nimûne (Dîroka mêjûwa edebî kurdî) ya Eladîn Seccadî, û (Feqî yê Teyran, jiyan û berhem) a Prof Dr.Îzedîn Mistefa Resûl, lê tiştê, ku dikarim dupat bikim, ew e ku her du lêgervan nêzî ravakirina vî nasnavî  nebûne, ji ber ku hemî jêderên di nav destên me çêla vê pirtûka E. Seccadî kirinê, lê tişekî, ku li gel vî nasnavî têkildar e, jê nebirine. Her weha Prof Dr. Îzedîn Resûl di her du pirtûkên xwe de (Realîzam wêjeya kurdî) û (Ehmedê Xanî, helbestvan û ramanbîr, fîlosof û mutesewuf), bi zimanê erebî, ku li ba  Feqî jî radiweste, çêla vî nasnavî nake, tenê di rûpela 88ê ji pirtûka duwem, gava li ser Feqî dipeyive, dibêje: „Tiştê ne misoger ew e, ku ew (Feqe / şagirt) ê ku gengeşeyê li gel mamostê xwe (Mela) dike, Feqê Teyran bi xwe be“. Ev boçûn dide xuyakirin, ku peyva (feqe) wateya (şagirt), û peyva (mela) wateya (mamoste) hilgirine. Ev yeka jî dide xuyakirin, ku heye rengdêra (feqe) ji dema, ku ew şagirtê dibistanê bû de, û heya ku xwedin bi dawî aniye jî,  pê re mayî, lê ez bawer im, nema bi wateya (şagirt) di nasnavê helbestvanê me de tê xebitandin.
Nûtirîn jêderên, ku nasnavê (Teyran/Tîran) pelandine, boçûna Ebdulreqîb Yûsiv e, di pirtûka xwe de (dîwana kurmancî) ya ku sala (1988)ê li Stockholmê bi sernavê (Şairên klasîkên kurd) çap bûye. Ebdulreqîb Yûsiv weha dibêje: „Feqî xelkê gundê Teyran e, ev gundê han dikeve navbera Muksê û Hîzane, lê li ser Hîzanê (bi ser Bedlîsê ve ye) tê hesibandin. Ev gundê han hîn jî heye, û di nav daniştvanên Muksê û Hîzanê de bi vî navî tê nasîn. Feqî yek ji daniştvanên vî gundî ye“(4). Evê gotinê dikarîbû nasnavê Feqî zelaltir bikira, ji ber ku wî bi ser gundê Teyran ve dike, û berê jî hatiyê zanîn, ku gelek helbestvan û nivîsevanên Kurd xwe bi navên gund, bajar û herêmên lê jidayikê bûne, an jî lê jiyane, dane nasikirin. Lê Ebdulreqîb Yûsiv bi xwe nameyekê ji her du lêgervanên, ku beşê yekem yê dîwana Feqî tûjandine; Seîd Dêreş û Pêzanê Alîxan re dişîne, tê de weha dibêje: „Feqî xelkê Muksê ye, ne ku xelkê Teyran e, û min pirsî di gişt havîna (1977)ê de, kesî negot gundek bi vî navî heye. Diyar e ez xelet bû me di (dîwana kurmancî) de“(5) .
Her du lêgervanên, ku dîwana Feqî tûjandine, Seîd Dêreşî û Pêzanê Alîxan jî weha diçîn, ku Feqî ev nasnavê Teyran  ji pirtûka (Metiq El-Teyr) ya Ferîd El-Dîn El-Ettar wergirtiye(6),lê ne boçûna xwe rave dikin, û ne jî deyqên (belge) dîrokî jê re nîşan dikin .
Ev boçûn û nerînên derbas bûn, didin xuyakirin, ku helbestvanê me em bi nasnavekî re rû bi rû kirinê, hîna jî lêgervan, lêkolîner, dîrokzan û rexnegir ravekirina wî dipelînin, lê negîhane bersiveke şûngirtî, ev yeka dike ku em ji bo ravekirina vî nasnavî riyeke din, ji hemî boçûnên derbas bûne cuda ye, bipelînin, heye em rastiyê diyar bikin, û heye jî na, lê teqez ev hewildana me berhema dilsojiyê û dilsoziyê ye.
Ҫima Feqî, ne Feqe? Ji bo peyva pêşî (Feqe), hemî jêderên, ku destên me gîhane wan, diyar nekirine bê çima helbestvanê me ev nav bi nasnavê xwe ve xistiye, an jî berhevkarên helbestên wî bi nasnavê wî xistine, hema lêgervanekî jî bala xwe nedaye vê yekê, tenê Prof Dr. Îzedîn Mistefa Resûl, wek ku berê jî derbas bûye, hema bi lez wateya vê peyvê şirove kiriyê, lê dîsan jî diyar nekirî bê çîma bi ser navê helbestvanê me ve bûye.
Ji ber vê yekê, da ku em di rastiya vî navî bigihênin, bi ya me be, emê ji neçare berê xwe bidin wateya wê ya zimanewanî, di zimanê erebî de, ji  ber ku em bawer in, ev peyv ji vî zimanî, digel wateya xwe derbas zimanê kurdî bûye.
Em kîjan ferhenga zimanê erebî binerin, em dê bibînin, ku koka vê peyvê ( فَـقَـهَfeqehe)ye, wateya wê jî ( فَـهِـمَfehîme)ye(7), ango têgihêştin e, û paşê jî bi taybetî ji bo zanista şerîetê hatiya terxandin, û zanyarê şerîetê jî, di zimanê erebî de ( فَـقـيهfeqîh)e. Bi ser de jî zimanê erebî çarçewa wateya vê peyvê firehtir kiriye, ku tu dikarî ji her zanyarekî re bibêjî ew di zanista xwe (feqîh)e, ango di pisporiya xwe de gelek zana ye.
Li gor wateya vê peyvê di zimanê erebî de, em dikarin weha biçin, ku bi sedema jîrekî û zanîn û çanda wî ya curbecur, ev nav bi ser nasnavê helbestvanê me ve bûye. Bi rastî jî gava em çanda wî vedikolin, em wê dewlemendiyê dibînin.
Di tenga vê boçûna me re, em dibînin, ku eger em  peyva (feqe) bi wateya, ku Prof Dr. Îzedîn Mistefa Resûl şirove kirî, bipejirînin, ango wateya wê şagirt e, emê nirxê helbestvanê xwe nizim bikin, û der mafê wî de gelek sûcdar bin.
Her weha lêgervanan neheqiyeke din li Feqî yê Tîran kirine, ew jî ew e, ku piraniya wan ev nasnavê wî bi awayê (Feqê Teyran) nivisandine, tenê Herekol Azîzan (C. B) bi awayê (Feqeh), û Ebdulreqîb Yûsif ji bi awayê (Feqiyê Teyran) nivisandine. Bi baweriya min her kesê awayê (Feqê Teyran) nivisandiye, şaş çû ye. Ҫima? Ev (ê) ya ku bi paş peyva (Feq) ketiye, têkiliya wê bi koka vê peyvê re nîne, belê ew bi serê xwe ye, û du navdêran li gel hev du dibestînê, em dikarin bibêjin ew alava pevgirêdanê ye(8). Vêca eger em wê (ê) yê ji peyvê bavêjin, dê (Feq) bimîne, vê carê jî ev peyv wateyek din hildigre, û bi carekê nêzîk wateya, ku di nasnavê helbestvanê de hilgirtî, nabe. Ya rast ew e, ku em careke din wateya wê ya di zimanê erebî de bînin bîriya xwe, ku ev rengdêrek e, ji kesên ku di pisporiya xwe pir zana ne re tê gotin, pê re jî em li hember helbestvanê xwe gunehkar nabin. 
Ҫima Tîran, ne Teyran? Di serdema helbestvanê me de, zimanê kurdî û yê tirkî (osmanî) jî bi alfabêta erebî dihatin nivisandin. Evê alfabêtê dengdêrên dengkurt  nîn in, ji dêvla wan nîşanin hene li jor û jêr tîpan cih digrin, û şûna kurtedegdêran distînin. Ji wan nîşanan re (fetha, kesre û demme) tê gotin, ev nîşanan di pirtûkên dibistanê, yên polên pêşî de hene, lê hino hino di nivîsînê de ji peyvê dikevin, û gava dikevin, rastiya xwendina wê peyvê jî aloz dibe, vê lomê tê gotin, ku têgihêştina hevoka zimanê erebî, xwendina wê durist dike.
Em werin ba pevan (Teyran) ya nasnavê helbestvanê me. Gava ev peyv, bi tîpên alfabêta erebî, di zimanê kurdî de tê nivisandin, eger fethe ji ser tîpa (t) bikeve, ev pêyv dê du awayên bilevkirinê bipejirîne; hem (Teyran) û hem jî (Tîran), û dê awayê duwem (Tîran) dagerîne, ji ber ku, gava tîpa (y) ya erebî di pey yeke dine bê fethe re hat, wê hingê ew (y) ya erebî wek (î) ya kurdî jî tê bilêvkirin, û şûna dengdêra (î) ya alfabêta latînî distîne, ango delameta xwe wek ku dengdar e, dihêle, û delameta dengdêrê distîne.
Li gor vê boçûnê, eger ev peyv bi tîpên alfabêta erebî were nivisandin, fethe li jor tîpa (t) hebe, dê wek (Teyran) bi wateya (perendan) were xwendin, lê eger fethe li jor wê tîpê tune be, dê (Tîran) jî, bi wateya (tîr)a kevanê, were xwendin. Di her du awayan de jî ev peyv di pergala gelejmar de hatiye nivisandin; ango paşpirtika gelejmara kurdî pê ve bûye. Teyran û Tîran.
Tiştê ku em dibêjin, û deriyê lêgerînek nû pê vedikin, ew e ku gava ev peyv, bi alfabêta erebî hatiye nivisandin, gelo fethe li jor tîpa (t) hebû, an tune bû?, eger tune bû,  mirov dikare wê tîpê digel kesreyê bixwînê, û peyv dê wateya tîra kevanê hilgire. Hemî lêgervanên jiyana vî helbestvanî vekolane, nerîna xwe tewaw zelal nekirin; tenê çi bihîstine, ew jî pejirandine, ew tiştê bihîstine jî carekê xwe bi ser çîrokên efsaneyî, ku ji rastiyê ve dûr in, de pal dide, wek ku me li ba Herekol Azîzan dît, û carekê jî nerîna xwe digel behaneyê diyar dikin, û paşê bi paş de vedikşênin, wek ku me li ba Ebdulreqîb Yûsiv dît, û carekê jî nerîna xwe bê ravekirin dibêjin, wek ku me li ba her du lêgervanên, ku beşê yekem yê dîwana wî tûjandine dît.
Ev nasnav di helbestên wî de, çi tûjandî bin, û çi jî na, bi vî awayê (Feqî) hatiyê, wek ku di vî numûneyê jêrîn de diyar e:
Ê bi kul û derdan ez im.
Mecrûhê ji qehran ez im.
Ê xwurê şêran ez im.
(Feqîhê Teyran/Tîran) ez in.(9)
Lê gelo ne gengaz e, ku bilêvkirina vê peyvê hatibe guhertin, gava lêvane li ser zimanan demeke dûrdirêj digeriya, heya gîhye ser nikilê pênûsan, û fetheyê şûna kesreyê istandibe, û paşê jî bi wî awayê digel fetheya li ser tîpa (t) ma be, nemaze jî çîroka ku dibêje Feqî ziman perendan zanîbû ji vê boçûna han re dibe behane? Ma mirov nikare weha biçê, ku pêşî (t) ya vê pevyê digel kesreyê bû, û wateya wê jî tîra kevanê ye, nemaze jî peyva (tîr) gelek caran di helbestên wî de dubare dibe?.
Peyva (tîr) bêtir ji bîst caran di berhevoka (Tenbûr) de, û sê caran di helbestên wî, yên ku Ordîxan û Celîlê Celîl dane ser hev de, û neh caran di çîroka Şêxê Senanî de, û heşt caran jî di beşê yekem yê dîwanê de dubare dibe. Ji hêla din de, eger mebest (Teyran) e, û ne (Tîran) e, gelo çima  ji dêvla wê negotin (perende)?! Ev jî ne peyveke nû ye, belê di serdema wî de jî hebû, û dihate gotin.
Tiştê, ku dixwazim bibêjim ew e, ku heye dubarebûna vê peyvê (tîr) di helbestên wî de, û her weha jînenîgariya wî, nemaze jî helwesta wî ya sert û giran li hember mîran û hukumdaran, wek ku paşê emê vê yekê dihelbestên wî de vekolin, li gel vî paşnavî têkildar bin. Hinek helbestên wî didine xuyakirin, ku ew di newqa hukumdaran de wek tîrekî bû, û tevî ku pêrgî zîndanên wan jî bûye, lê wan nikanîbûn dengê wî bibirin, belê ew deng her tim di guhên wan diqîriya, û helbesta wî dê, di pey mirinê re, her wusa bimîne.
Ji vê pê ve, helbestvanê me hinek nasnavên din jî hene, lê hem wateyên wan xuya û zelal in, û hem jî pir li ser zimanan nagerin; wek (Feqî yê Gerok), ev jî bi sedema gerên wî yên pir pê ve bûye, û (Feqî yê Muksê) bi sedema, ku ji xelkên Muksê ye, û (Feqî Hêşetê), ji navê herêma Hêşetê hatiye.
Tiştê, ku mirov ji van nasnavan têdighêne ew e, ku beşê pêşî, ango (Feqî) her tim, û li her cihên ku lê geriyaye, û di hemî qunaxên jiyana wî de, pê re bûye, lê beşê duwem, tevî ku di jêderên wêje de cih girtiye jî, lê her tim ne pê re bû ye. Ev yeka jî ji bo boçûna me behaneyeke, ku eger mebest jê (Teyr /perende) ba, her bi kû ve biçûya, dê pê re ba, û nasnavine din şûna wî nedigirt. Eger ev yeka rast derkeve, dê hem boçûna me dagerîne, û hem jî dê bide xuyakirin, ku ew kesê ev nasnavê (Tîran) lê kirî, yekekî jîr û zîrek bû, ji ber ku ev nasnav ji helbestên wî peyda kirî.
Jêder û çavkanî:
(1)   Kovara HAWAR, hej 33, sal 1941.
(2)   Qanatê Kurdo: Tarîxa edebyeta kurdî, 1/70.
(3)   Dîwana Feqê Teyran, beşê yekem, rû 17.
(4)   Ebdulreqîb Yûsiv: Saîrên klasîkên kurd, rû 29.
(5)   Dîwana Feqê Teyran, beşê yekem, rû 16.
(6)   Jêdera navborî, rû 17.
(7)   Ferhenga (El-Qmûs El-Muhît), çapa Dar El-Fîkr, Bêrût 1983, beşê 4ê, rû 289, peyva  فَـقَـه Feqehe.
(8)   Deham Ebdulfettah rê re dibêje (ê) ya palvedanê.

(9)   Dîwana Feqê Teyran, beşê yekem, rû 6. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…