Daiş pilaneke siyasî ye!

  Qado Şêrîn

Bi texmîna min, êrîşa li ser Şingalê ji aliyê Daiş ve siyasî bû, ne ku li dijî oleke cuda bû, ma xelkên êla Şihêtat a Dêra Zorê ne ahlê xwedê bûn, mane misulman bûn. Aniha vîdyo belav bûne bê çilo Daiş nijadên wê êlê serjêdike, jixwe nûçe û dezgehên ragihandinê jî ev yek piştrast kir û belav kirin ku 700 nefer ji eynî êlê hatine serjêkirin û kuştin.!
Êrîşa Daişê Siyasî bû ji ber derfetên ragihandina dewleta Kurdistanê temam bibûn, û ji bo pirojeya ragihandina serxwebûna Kurdistanê bê rawestandin û têkbirin, rêjîmên herêmê, wek ku tê fam kirin, bi erê ya Mailkî, rêjîma Beşar û Îranê Daiş bi kar anîn, û nokerên wan ên kurd jî texsîr nekirin, wexta bi kîn û bê lêkolîn êrîşên kor birin ser Pêşmerge û Kurdistanê.
Êrîşên korane yên ji aliyê hin kurdan ve li ser Pêşmergeyan bi giştî, ku bêhna rexneya baş jê nayê, bêtir tije ezezî û kîn in, bêtir xizmeta siyaseta Daiş dikin. Rexneya ji bo avakirin û başkirinê cudaye ji ya wêrankirin û piçûkkirinê. Jixwe ku 100-200 an 10 000 Pêşmergeyan xiyanet kiribin, nayê wê wateyê ku hemû Pêşmerge û bi tenê yên Pdk xayînin, eger wiha be kurdekî ne xayîn tune.
Daiş dezgeheke hovane ye, bi rêya terorê xaka xwe berfireh dike, li ser pişta feqîr û fuqran, çimkî dewletên herêmê ta aniha li dijî Daiş gavên erênî neavêtine, û li dij hovîtî û komkujiyên wê tiştek nekirine, tenê kurd ên bê dewlet şerê wê dikin.
Daiş ji koka xwe de pilaneke siyasî ye, li pileya pêşîn rêjîma Beşar sûd jê wergirt, çimkî Daişê dikarîbû ta asteke bilind şoreşa gelêrî ya Sûriyeyê lawaz kir, eger têk nebiribe. Jixwe tê gotin ku bi alîkariya rêjîma Beşar Daiş mezin û bihêz bûye, ta aniha rêjîma Beşar bi tang û topên xwe lê nedaye, li gel ku ji raya giştî ya cîhanî re diyar dike ku qaşo şerê terorê dike, lê rojane bermîlên mirinê bi ser avahiyên tije zarok de berdide.
Çi wexta şoreşa Sûrî raweste, wê rêjîma Beşar ji nû ve Daiş tune yan lawaz an jî wê şerê wê bike, daku ji kontrola wê dernekeve û ji raya giştî re diyar bike ku li dijî terorê ye.
Li dawiya dawî, wê xwedanê heq û xêrê zora xwedanê şer û tariyê bibe, û wê gelê me yê xwedan heq bi serkeftinan şa bibe, û Daiş û dijmin û kurdên noker têk biçin.
www.qadoserin.com

17/08/2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...