Helbest u pexşan

Welatê min

Narîn metînî

Di bêdengiya demêde ….
Nameyek  binefşî şand ….
Şûn û bêzarî belavkir …..
Rûyê jiyanê guherî …….

Bayê narvînê … li Mîdya rabû
Buhara tayen talankir 
Cîhan lê kir payîz
Pelên hêviyan hatin weşandin
Agir bi sûrişta rengîn xist
Sawêr û leylan wendabûn
Xewne roja min vemirand
Jîn disoje … pereng û dojeh
Roja evînê çû ava
Rûndik hemrîn ji cava
Xwelî û arî bariyan
Şev tarî bû ….
Sitêr û lemser giriyan
Hêsirê xwînê anîn xwar
Ey hewar … hewar   ey hewar
Xwîn dibarî …. Xwelî û arî
Cegerê min xwîn bû ….
Dilê min birîn bû
Lê … ezê porê reş … li ber tava heyvê sipîkim
Û bimînim li benda  te …. Welatê min

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…