Di Çar Saliya Koçkirina Welatparêzê Kurd Cemîlê Salihê Ehmed de 1930 – 2010

  Konê Reş

Sibe (05.08.2014)an de, çar sal di ser koçkirina welatparêz û zimanhezê kurd Cemîlê Salihê Ehmed, (Bavê Xoşnav), re derbas dibe.

Bavê Xoşnav di sala 1930î de li Tilşiîra Aşîtan, bûka Sinceqê an Beriya Xelef Axa hatibû dinyayê. Di malek kurdperwer û zimanhez de li gundê xwe Tilşiîrê mezin bibû. Ji ber ku gundê Tilşiîrê di heyamê biçûkaniya wî de navendek ji navendên welatparêzên kurdan bû.
Bandora kesên mîna seydayê Cegerxwîn, Mele Ehmedê Namî û Şêx Ibrahîmê Tilşiîrî gelekî li xelkên wê hebû.. Û wiha xelkên gund di bin akam û bandora wan de, bi giyanekî netewperwerî hatibûn xwedî kirin.. Wiha jî Cemîlê Salihê Ehmed di nav wan de li ser helbestên Seydayê Cegerxwîn wek:
Welatê min tu wî bûka cihanî
Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewr î
Gelek şêrîn û rind û pir ciwan î..
û helbestên Mele Ehmedê Namî wek:
Birayên delal hûn werin xortino
Heger hûn neyên vane keç em meşîn..
mezin bi bû. Di sala 1943an de, li ser daxwaza Mîr Celadet Bedirxan û vekirina dersxaneyan li gundên Cizîrê, li Tilşiîra Aşîtan jî dibistanek Kurdî di bin serpereiştiya seydayê Ehmedê Namî de hat vekirin. Hingê rehmetî Cemîlê Salih yek ji qutabiyên wê dibistanê bû, li ber destê seydayê Namî fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bi bû. Di salên 1950î û vir de tevî tevgera azadîxwazî kurdî bi bû û li gel seydayê Cegerxwîn û hin ji welatparêzên kurdan yên din beşdarî di xwepêşandanên Qamişlo û Şamê de dikir.. Di salên yekîtiya Sûriyê û Misrê de (1958- 1961), anku heyamê Elwihde, hat girtin û gelek zilm û zor ji destê parastina rêjîmê ve dît..

Di salên 1960î û pê de, yekemîn mîkanîk an mekenêsiyanê (Master) yê Kurd bû di Sinceqê de.. Di Salên (1970) de berpirsiyarê şirketa Kehreba bajarê Kobanê bû, di sala 1975 dev ji Tevgêra Komunistan qeriha, paş ku desthelata Mosko û Partiye komunista Sûrî, rewşa Kurdistana Başûr giring negirt û hevalbendiya Sedam û Bekir kirin.. Ji 1975 û pê ve, mekenêsiyan (Master) bû li Sedê (feratê).. Demekê li bajarê Tirbasipiyê, serbixwa master kar kir.. Di pey re vegeriya gundê xwe Tilşiîrê û çend salên xwe yên dawî lê derbas kirin ta ku di roja 5.08.2010 de li Tilşiîrê cû ber dilovaniya Xwedê.
Di çend salên dawî de, berî ku here ber dilovaniya Xwedê, her meh ez û wî çend carekî bi hev re diketin dabaşa peyvên kurdî û koka wan de.. Me qirik li hev ziwa dikir..! Hem jî bi şahî û serbilindî ji min re behsa hatina Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Nafiz Beg Zaza û Hesen axa Haco gundê Tilşiîrê dikir.. Ji Yezdanê mezin bi hêvî me ku wî bi dilovaniya xwe şa bike û cihê wî buhişta rengîn be.
Ji berhemên wî yên destnivîs: Firhenga Kurdî ji bo mîkanîk û gotinên teknîkî û destnivîsek ji helbestên Kurdî..

Konê Reş, Qamişlo 04.08.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…