Werin em Ekrem Beg Cemîl Paşa bibîr bînin

Konê Reş

 Ji nav van çend malbatên dêrîn, ku di bajarê Amedê de, ji sedê salan ve dijiyan, wek malbata: Zulfî Zade, Birincî Zade, Hacî Îbrahîm efendî û Cemîl Paşa, ji tevan bêtir malbata Cemîl Paşa nav û deng di nav kurdan de daye û navê bajarê Diyarbekirê, bedena diyarbekirê bi navê wan ve hatiye girêdan û naskirin. Hem jî, ev malbat, di warê xebata kurdparêziyê de hatiye naskirin, nemaze bi van mirovên xwe yên xebatkar û kurdperwer wek: Omer Cemîl Paşa, Qedrî Cemîl Paşa, Ekrem Cemîl Paşa, Wecdî Cemîl Pa‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏şa û hin neferên malbata Cemîl Paşa yên din.
Ekrem Beg Cemîl Paşa: Ew di sala 1895an de li Amedê (Diyarbekirê) çêbûye, di sala 1975an de li Şamê koça dawî kiriye. Di destpêka çerxê 20ande bi birayê xwe re li Lozan dixwend. Di destpêka şerê cîhanî de vegerya Stenbolê û tevî tevgerên kurdan bû. Û pir kar di komeleyên kurdan de kiriye.
   Di sala 1919an de, bi Mîr Celadet Bedirxan û birayê wî Dr. Kamîran Bedirxan re, di gel mêcer Newêl yê Ingilîzî re li kurdistana bakur geryane, da ku daxwazên gelê kurd nasbikin, berî ku peymana Sîverê bê mohrkirin di na bera hevalbenda û dewleta Osmanî de ..
   Di sala 1925 an de, têkiliyên Ekrem beg bi Şoreşa Şêx Seîdê Pîran re hebû, bi hilweşandina şoreşê re, Ekrem beg li Stenbolê hate girtin û navî wî hate xwendin bi darvekirinê.. lê bi hêza zêran hate berdan..
Wêne: Ekremê Cemîl Paşa bi cil û bergên Kurmancî.

Konê Reş, Qamişlo, 31.07.2014


شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…