Heyder Omer
heyder52@hotmail.de
Serdema Feqî yê Tîran
Sedsala şanzdemîn, nemaze piştî cenga Çaldîranê sala (1514)ê, di navbera Osmaniyan, bi serperestiya sultan Selîm, û Sefewiyan bi serperştiya şah Simaîlê Sefewî de, ev serdem bi nakokiyên tund di navbera mirnişînên kurdî û her du dewletên Osmanî û Sefewî de dagirtî bû, û bi encama vê cengê Kurdistan di navbera her du dewletan de hat parverkirin(1).

Piştî vê parvekirinê, her du dewletan hewl didan, ku her yek ji wan Kurdistanê bi tevayî dagîr bike; pêşî hemî mîrnişînên Kurd, ku li hev nakin, tev li xwe bike, da Kurdistan jê re bibe pira, ku di ser derbas dewleta din bibe, an jî Kurdistanê wek derbendekê bidê pêş hêrişên dewleta din.
Yanê şer û cengên wan li ser xaka Kurdistanê diqewimîn, û Kurd û Kurdistan, bi sedema wan cengan, dibûn armanca dizîn û talan û wêrankirinê ji hêla her du artêşên Osmaiyan û Sefewiyan. Ebdulreqîb Yûsif dibêje: „…di navbera Osmaniyan û Îraniyan de gelek şer ser axa Kurdistanê qewimîne. Gelek caran ji Hekariyê heta Wanê û heta Diyarbekirê gelek bajar û gundên Kurdistanê wêran bûne“(2).
Tiştê, ku alîkariyan wan dikir, da bi çarenûsa Kurdistanê bilîzin ew bû, ku bi encama xwehezî û mêldariya mîrên Kurd ber bi xweseriya tekekesî de, nikarîn hevgirtin û hevkariyê di nav xwe de ava bikn, vê yekê zemîna perçebûnê di navbera wan de peyda kir, û bû sedema nedamezirandina rêvebiriya navendî, ku bikaribe wan mîrnişînan hemî di çarçeweke kurdistanî de kom ser hev bike.
Dagîrkirina beşê Kurdistanê yê mezin ji hêla Osmaniyan de jî nebû sedem, ku Kurd yekîtiya navendî di vî beşî da ava bikin, evê yekê hêşt ku pendiyarê Kurd Idrîsê Bedlîsî awayekî rêvebiriyê organîze bike, evî awayî Kurdistan bi ser îyaletên ji hev cuda de parve kir, her yekê ji wan xweseriya xwe hebû, û xistin bin sîbera dewleta Osmanî. Ev yeka hem li gor mêldariya mîrên Kurd bû, û hem jî ji bo parastina gelê Kurdistanê bû(3).
Ev awayê rêvebiriyê li xweşiya rêvebiriya dewleta Osmanî jî hat, ji ber ku ev tevdîrên hanê yekîtiya mîrnişînên Kurdan bi carekê ve dûrî pêkanînê dixin, û lawaziya berxwdana wan mîrnişînan li hember artêşa Osmanî di malzaroka xwe de vedişêrin. Ji hêla din de ev awayê rêvebiriyê li xweşiya mîrên Kurda jî hatibû, ji ber ku xweseriya her yekî ji wan pêk tîne, ev yeka jî li xweşiya dewletê dihat, ji ber bêdengiya mîran misoger dike, ta keys lê were, ku dewlet kulma xwe ya navendî li ser wan hêzdar û tund bike. Bi rastî jî ev armanca dewleta Osmanî, piştî misogerkirina sînorên xwe li gel dewleta Sefewî, li gor hevpeymana sala (1639)ê, pêk hat, û Kurdistan bi awayê fermî, di navbera her du dewletan de hate parvekirin.
Di van heyamên germ de, û di navbera cengên her du dewletên Osmanî û Sefewî de li ser zemîna Kurdistanê, û berxedana kurdî li hember wan, fewdalî li Kurdistanê bi hêz bû, û têkiliyên fewdaliyane gîhan tepela herî bilind, ta radeya, ku „fewdalên hêzdar dikarîbûn mafên hukumdariyê bidest xînin, û diravan çêkin, navên xwe, di gotarên îmamên nimêja roja Înê de,ji dêvla navê sultanê Osman bi cih bikin“(4).
Tiştê berbiçav û diyar ew e, ku çêkirina diravan li gel berhemê û bazara kirîn û firotinê têkildar e, ev yeka jî dide xuyakirin ku abora Kurdistanê wê hîngê ber bi geşbûnê de diçû, û di encamê de bazirganî û tevgera bazaran jî geş dibû. Gerokê Tirk Olya Çelebî yê ku pirê caran seredana Kurdistanê kiribû, vê yekê diçespîne, û weha diçê, wê hîngê bazarên Kurdistanê pir geş bûn, û navên wan bazaran yeko yeko dibêje, wek bazarên leşkerî, û bîhnan û zêrkeran û hesinkaran û kurtanciyan û h w d(5).
Evê geşbûna aborî di wêjeya lêvane de jî sayî rû da, wek çawa di destana folkilorî (Memê Alan) de diyar e. Çîroknivîs (Dr. Nûredîn zaz) di pêşgotina vê destanê de dibêje: „Ji aliyê civakî ve Memê Alan me fêrî pir tiştan dike, û li pêş hin pirsan jî me şaş dihêle. Berî her tiştî ji me re bajarê Cizîrê yê kevn dide naskirin: Em dibînin ku bajarekî gelek mezin û bazirganî bû. 25 tax û qesr û qonax û bazirganên gelek dewlemend tê de hebûn. M îr an Şêxê tacirên wan mal li her derên „dinê û memleketan“ digerandin“(6).
Ji vê pê ve, bajarê Cizîrê bi van rengdêrên, ku destana Memê Alan şanî me dike, dide xuyakirin, ku wê hîngê bajarên mezin li Kurdistanê hatine, û dihatin avakirin, ev yeka jî nîşana pêşveçûna zanista avakirinê û endezyariyê û zanistên cûrbecûr in.
Tiştê normal ew e, ku hinek çînên civakî ye cûrbecûr peyda bibin, di civakên sîvîl de, û di nîrên hevşerkirina berdewam di navbera mîrnişînên fewdal xwe bi xwe de ji hêlekê de, û di navbera wan û her du dewletên, ku çarenûsa wan xistine destên xwe de, û lawaziya wan mîrnişînan li hember domandina şer de ji hêleke din de. Ev yeka, li gor boçûna Dr. N. Zaza, bûye sedem, ku mîrnişînên fewdal gelek endamên artêşên xwe ji kar derxînin, pê re jî çîneke civakî peyda bûye, Dr. N. Zaza wê çînê bi (Ebeboz) dinavîne(7). Evana bêkar mane, vê lomê jî ji bo bidestxistina karekiî, ber bi bajaran ve diçin.
Dr. N. Zaza weha diçe, ku hebûna çîna Ebebozan, di bajarên her civakekê de, wek qunaxeke dîrokî, nîşana bi dawîanîna fedalîzmê ye li ba wan civakan, ji ber ku di pey diyarbûna vê çîna civakî di bajarên Ewropayê de, nemaze li bajarên Îngilîstanê û Feransyê, di sedsalên 13, 14, 15, û 16ê de, yekser şoreşa pêşeyî (sînaî) teqiya, û rijîmên fewdal li wan welatan bi dawî anî(8).
Destana Memê Alan gelek caran hebûna vê çîna civakî li Kurdistanê şanî me dide, bi baweriya hebûna vê çînê li Kurdistanê dide xuyakirin, ku fewdalîzma Kurdistanê, di rêveçûnê de, gîhabû tepela herî bilind, û dest pê bûbû, ku were dagerîn, heye ev yeka bikare hevgirêdana derbirîna Feqî yê Tîran li gel xebitandina kirên mandeyî şirovê û zelal bike.
Lê destêwerdan her hu dewletên Osmanî û Sefewî nav çarenûsa Kurdistanê, rê li pêş rêveçûna pîşekariyê (sînaet) girt, vê lomê jî pîşekariya kurdistanê nikkarî riya kar û xebatê ji gelek karkeran re peyda bike, û evê yekê jî bandora neyênî da ser abor û jiyana civakî.
Her çawa nîrên polîtîkî sedema paşvemayina reveçûna aborî û civakî ya Kuristanê bûn, wusa jî bûn sedma lawaziya wêjeya kurdî, nemaze jî piştî Kurdan, ji roja ola Îslamê wergirtin de, dest ji zimanê xwe berdan, û zimanê erebî ji bo nivîsînê xebitandin, ji ber ku zimanê ola nû ye.
Dêmek piştî, ku ola îslamê rehên xwe di nav civaka Kurd de ber dan, destên Kurdan ji zimanê wan kişand, û ewana neçaereyî zimanekî din kirin, ku nema bi zimanê xwe dinivisînin. Ev ji hêlekê de, û ji hêla din de nîrên polîtîkî, yên ku di pey parvekirina Kurdistanê di navbera Osmaniyan û Sefewiyan de, peyda bûn, ji bo paşevemayîna wêjeya kurdî, û wendabûna beşê pir ji wêjeya gelêrî, sedema serke ne. Her weha wêjeya gelêrî di riya guhestina lêvane re ji nifşekî ta yê din û heya gîhaye me, hem ketiye ber dava guherandinê û hem jî tev li folklorê (Wêjeya gel) û kelepûra me bûye; ev kelepûra ku bi pendan û metelokan û çîrok û çîrçîrokên, ku dijwariya jiyana kesê Kurd didin ber çavan, dewlemend e.
Eger em werên ba wêjeya kurdî nivîskî, emê bibînin, ku gotin û boçûnên lêgervan û lêkolîneran li ser destpêka vê wêjeyê ji hev cudan e; hinek dibêjin, ku Baba Tahir Eryanê Hemedanî (935-1010 z), û helbestên wî yên bi zaravaya lurî (yekek ji zaravayên kurmanciya başûr e) nivisandine, destpêk e, û hinek jî dibêjin, ku wêjeya bi zaravaya goranî (ew jî ji zaravayên kurmanciya başûr e) hatiye nivisandin, ku yekemîn helbestvanê wê Mele Perîşan e (1399 mirî) destpêk e, lê Prof Dr. Îzedîn Mistefa Resûl weha diçe, ku Baba Tahirê Hemedanî yekemîn helbestvanê, ku xebata wî ya helbestî ye tewaw hatiye dîtin e, ku lêgervan dikar bike mijara lêgerînê, û weha diçe, ku çarînên Baba Tahir di nav Kurdan de belav bûne, û bandora giran jî li rêveçûna wêjeya kurdî kirine(9), lê bi baweriya min bandora wan çarînan dê li ser wêjeya bi zarava kurmaciya bakur, ew jî zaravaya Feqî yê Tîran; mijara vê lêkolînê ye, kêm be.
Lê gava em li wêjeya kurdî ya bi zaravaya kurmaciya bakur(10) hatiya nivisandin digerin, û destpêka wê dipelînin, gelek dijwarî li ber me radibin; çavkanî hem hindik in, û hem jî li hev nakin, heye gelek berhem û dîwanên helbestan wenda bûbin, gava lêgervan jiyana helbestvanekî vedikole, pêrgî gelek pirsên, ku bê bersiv mane, dibe, ev alozî jî di wê yekê re diyar dibe, ku boçûn û nerînên lêgevan û dîrokzanan li ser jidayikbûn û mirina helbesvanekî ji hev cuda ne, û ev cudabûn, di navbera çavkaniyekê û ya din de, carina dighêne dehên salan.
Wêjeya kurmanciya bakur a kevin, ku gihêştiye destên me, helbesta sê helbestvanên hemdemên hev in; Melayê Cizîrî, Elî yê Herîrî û Feqî yê Tîran. Çavkaniyên li meydanê hene, li ser rêzbûna wan li pey hev di jiyanê de, li hev nakin, ji ber ku agahiyên li ser wan di nav destan de kêm in, lê gava helbestvan gewre Ehmedê Xanî (1650 -1708 z); xwediyê Teragîdiya Mem û Zîn, navên wan dibêje, pêşî Melayê Cizîrî, û paşê ji jî Feqî yê Tîran û Elî yê Herîrî dinvîsê:
Bînave riha (giyan) Melê Cizîrî,
Pê hey bikira Elî Herîrî.
Keyfek we bida Feqihê Teyran,
Htta bi ebed bimye heyran(11).
Lê belê Prof Dr. Îzedîn Mistefa Resûl wan her sêyan li gor helbestvaniya wan, dide pey hev du; pêşî Melayê Cizîrî, di pey re Feqî yê Tîran, û Elî Herîrî li pileya sêyem datîne(12).
Nedîtina helbest û aferînên berî van her sê helbestvanan ne nîşana nebûna helbestvanan e, ji ber ku helbestvaniya van her sêyan, ji her du warên naverokê û avakirinê (durv) ve, tevî ku her sê ne wek hev in jî, teqez dike, ku helbestvan ji beriya wan jî hebûn, çimkê mirov nikare bawer bike, ku helbest karibe ji nebûnê, û bê ku di qunaxên rêveçûnê re derbas bibe, yekser hilkişe vî astê hunerî, ku em li cem van her sêyan dibînin.
Ev yeka teqez dike, ku piraniya helbesta kurdî ya wan serdeman û beriya wan jî, di riya guhestina lêvane re tev li folkilorê bûye. Û bi baweriya me, gotina ku dibeje bandora helbestvanê Faris Hafizê Şîrazî li ser Melayê çizîrî giran e, behaneya vê yekê jî ew e, ku navê Şîrazî gelek caran di helbestên Melê de dubare dibe, bi baweriya min ev bandor nagihêne wê astê, ku qunaxên rêveçûna helbesta kurmanciya bakur tune bike, bi ser de jî hebûna navê Şîrazî di helbesta Melê de nikare bibe nîşana bandora ewqas kûr û giran.
JJêder û çavkanî:
(1) Ev parverikin, bi awayê fermî di navbera her dewletan de, bi encama hevpeymaniya sala (1636)ê de, di navber sultanê Osmanî Mûradê çaremîn û şah Ebbasê Sefefî de, hat çespandin.
(2) Ebdulreqîb Yûsif: Şaîrên klasîk ên Kurd, rû 11.
(3) Biner: Mihemed Emîn Zekî : Xulaseya dîroka Kurd û Kurdistan. Wergera erebî, 1/ 163-203. Ev jêder wê ji vir û pê ve dê bi navê (dîroka Kurd û Kurdistan) were nîşankirin
(4) Dr. Ebdilrehman Qasimlo: Kurdistan û Kurd. Wergera erebî, rû 44.
(5) Prof Dr. Îzedîn Mustefa Resûl: Ehmedê Xanî Şaîr û mufekkîr, feylesof ûmutesewuf. Bi zimanê erebî, rû 59. Ew van agahiyan ji pirtûka (Olya Çelebî siyahetnamesî), çapa Îstenbulê sala (1314), rû 265 werdigire.
(6) Çîroknivîs (Dr. Nûredîn Zaza): Memê Alan, pêşgotin, rû 31.
(7) Biner: Jêdera navborî, rû 31.
(8) Jêdera navborî, rû 32.
(9) Prof Dr. Îzedîn Mistefa Resûl: Realîzma wêjeya Kurdî, wergera bi zimanê erebî, rû 78.
(10) Ji bo Zaravayên zimanê kurdî, biner: Qenatê Kurdo: Dîroka lêkolînên zimanê kurdî û zaravayên wî, wergera bo zimanê erebî, Dr.Ebdilmecîd Şêxo.
(11) Mem û Zîn, rû 56, malik 251, 252.

(12) Biner: Ehemd Xanî, Şaîr û mufekkîr, feylesof û mutesewuf, bi zimanê erebî, rû 81.