Apê Mûsa Anter (1918 – 1992) Û Strana Kimil

Konê Reş

Di sala 1958 an de, apê Mûsa Anter û çend hevalên xwe: Avokat Canip Yildirim û Ebdurehman Efhem Dolak rojnameyeke rojane li Diyarbekirê, bi navê Ilerî Yurt/Welatê Pêşketî/ weşandin. Hingê armanca wan ji weşandina vê rojnameyê ku doza Kurdî di nav xwendekarên Unîversîtî de belav bikin, da ku serwxtî rewşa Kurdistanê bibin. lê ji ber gotarekî Apê Mûsa bi navê Kimil, ew û herdû hevalên xwe hatin girtin. Hingê Apo Mûsa straneke Kurdî kiribû nav gotara xwe de, ew stiran ji devê keçek Siwêreklî girtibû, evin çend malik ji wê stiranê:
Bi çiya ketim lo apo, çiya melûl bûn rebeno
Ceh seridîn lo apo, genim hûrbû avdalo
Kimil hatî lo apo, bi refaye rebeno
Xuar genimî lo apo, hiştî kaye rebeno
Hat kimilî lo apo ji zozana lo apo
Xuar genimî  lo apo li me xezana li apo
Ro hatibû li apo wexta dana lo apo
Pez herikî lo apo ser şivana rebeno
Çar kulek man lo apo li ser guhana rebeno..

   Bi weşandina Kimil re di Ilerî Yurd de, piraniya rojnameyên Tirkan yên wê demê li dijî Apê Mûsa û hevalên wî sekinîn ta ku dewletê rojnameya wan bi sekinandin dan û ew û hevalên wî girtin, lê di roja 11/12/1959 an de, ew berdan belê piştî berdana wan bi şeş rojan ango17/12/1959, careke din Apê Mûsa tevî /49/ hevalên xwe hatin girtin bi sûcê Kurdayetiyê û komonistiyê…

Konê Reş, Qamişlo, 26.07.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…