Qedrî Can û Pêşgotina Dîwana Seydayê Cegerxwîn (Ji helbestvanê kurd Edîb Çelkî re diyarî)

Konê Reş

Berî pêlekê bi helkeftina 63 saliya koçkirina Mîr Celadet Bedrxan, min ronahî berda dor pêşgotina ku mîr Celadet Bedrxan ji dîwana Cegerxwîn a yekemîn (Pirîsk û Pêt), re nivîsandiye. Hingê helbestvanê hêja Edib Çelkî li min vegerand û got: Rehmetiyê Qedrî Can pêşgotin ji vê dîwana Cegerxwîn re nivîsandiye.. Hingî ez mam heyirî, ji ber ev pêşgotin ji çapên nû yên vê dîwana seyda hatiye hilanîn û wiha ez li dîwana Seydayê Cegexwîn a orjînal geriyam, ta ku îro bi ser vebûm.
Min dît ku kekê min Edib Chalki rast dibêje. Pêşgotina sereke a vê dîwana seydayê Cegerxwîn Mîr Celadet Alî Bedirxan nivîsandiye û di rûpelê di pey re, di bin vê maşetê de Qedrî Can jî ev çend gotin nivîsandiye. fermo wek ku hatiye nivîsandin bixwînin:

CEGERXWÎN Û DÎWANA WÎ  
Ji mêj ve, dîwana Cezerî û Mem û Zîna seydayê Xanî, ji meydanê kêm bû bûn. Heweskarên şeîr û edebeiyata kurmancî li wan digeriyan û bi dest wan ne diketin. Vê car me dî, ji nişkave, dîwana Cegerxwîn bi çapeke pir qenc kete meydanê. Ez bawer dikim ko dîwana Cegerxwîn dewsa ku Mem û Zîn û dîwana Cezerî vala hiştine ewê tije bike. Xwendevanên delal, ewê tê de ziman û rûhê cenabê Xanî ê xurt û nezma dîwana Cezerî a ahengdar bibînin.
Cegerxwîn, pirsên biyanî jê pir ne xistine nav şihrên xwe, bi zimaneke sade û selis nivîsîne.
Qîmeta şehrên wî a mezin jî ev e, bi rûhekî nû ajotiye ser fikrên kevnare û bi zimanekî şêrîn û şe`bî tewş bûn û zerera wan nîşan kiriye.
Ez ji şairê me î şe`bî re pêşveçûn û ji dîwana wî re jî rewaceke baş hêvî dikim.

QEDRÎ CAN
Şam, 18.2.1945  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...