Qamişlo û Bîranîna 25 Saliya Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Konê Reş

Diyare ku di rojek mîna îro de (13.07.2014), ji berî 25 salan Dr. Ebdulrehman Qasimlo li Viyenayê bi destê ajanên rêjîna Îranî hatiye terorkirin û bûye şehîdê Kurdistanê.. Wek wefadarî ji bîranîna wî re, me jî Îro, li bajarê Qamişlo, katjimêr 10,30 li Navenda Aso a rewşenbîrî semînerek bîranînî ji bo bîranîna wî lidarxistin.

Di destpêkê de birêvebira semînerê Winda Şêxo, xêrhatina mêvanan kir û piştî xuleyek bêdeng ji bo giyanê rehmetî Dr. Qasimlo û tev şehîdên rêka azadiyê Kurdistanê, derfet da Konê Reş ku helbestek xwe a ku taybet ji bo vê bîranîna diltezîn hunandibû bixwîne..
 Piştî ku xwend, mamoste Derwêşê Xalib ku yek ji dostên Qasimlo bû û çend sal pêre li Pragê derbas kiribûn dest bi mijara xwe kir. Mijara wê li ser zîlana du xisletên Qasimlo bû; Xebat û berxwedanên wî û bîranînên wî bi Dr. Qasimlo re.. Piştî pesnekî xweş ji Dr. Qasimlo re ku ew mirovekî nerim û çepekî demokrat bû.. Bi hûrbînî li dor terorkirina wî axifî; çima wiha zû hat kuştin.. û diyar kir ku rehmetiyê Qasimlo kêfa wî gelekî ji Mele Mustefa Barzanî re dihat.. û di dawiyê de got: Hêj hevalên wî li ser rebaza wî dimeşin, wî jibîr nakin û wê biser kevin..
Di dawiyê de rêvebira semînerê Winda Şêxo spasiya cemawerê beşdar kir, ew cemawerê ku bi piranî ji rewşenbîr û nivîskaran bûn, deriyê pirs û bersivan vekir.. Gelekan pirsên xwe ji mamoste Derwêş Xalib kirin, wî jî li gor zanîna xwe bersiv li wan vegerand.. Hêjaye gotinê ku çend siyasetmedarên kurdên sûriyê jî di vê semînerê de amade bibûn.
Ji dil spasiya tev kesên ku beşdar bûn dikim û her wiha pasiya Navenda Aso; (Winda Şêxo û Siyamend Îbrahîm) û mamoste Amran Alî dikim.
Konê Reş, Qamişlo, 13.07.2014

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…