BERHEMÊN REZOYÊ OSÊ, Koma 1.

Weşanên Ar berhemên Rezoyê Osê bi alîkariya Komeleya Ramyarî ya Swêdî-Kurdî, 12 Adarê (Svensk kurdisk ideell förening 12:e Mars), nîsana 2014 li Stenbolê pêkaniye.

Mamostayê me Rezo yek ji wan rewşenbîran bû ku …bêdeng xebata xwe dikir. Ji xwe bêdengiya wî jî, giraniyek didayê û ev giranî di xebata wî ya di warê pirsa neteweyî de xuya dibû û weha jî, di berhemên wî de yên ku niha li ber destên we ne.Gerek e, bête gotin ku mamosta Rezo, bi zanîna xwe piralî bû û ev piralî, di pirrengiya afirandinên wî de diyar dibin.
Bi armanca firehkirin û hesankirina ragihandin û xwendina berhemên mamostayê mezin Rezoyê Osê û parastina wan, weşandina piraniya berhemên wî yên berdest bi hev re û di yek çapê de hate çapkirin. Hinek ji van berheman berî niha bi tena xwe hatine çapkirin û yên din cara pêşî ye têne weşandin, berhem di vê çapê de li gor babetan hatiye nijinandin ne li gor dema nivîsandina wan.
Berhemên di vê çapê de rengereng in, ew jî ev in:
• Rexne li rexnê
• Xwedîkirin û guhdana zarokan di civaka kurd a kevin de
• Tûjik
• Civîna pêlavan
• Helbest
• Merganê
• Xilmaşî

Jimareke mezin ya destnivîsên mamosta Rezoyê Osê hene ew hê nehatine weşandin û li benda civandin, nijinandin û çapkirinê ne.

Komek ji dostên Rezoyê Osê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...