Kamîran Reşîd Berwarî destbirakê Min bû!

Konê Reş

Malbata Xwedêjêrazî Kamîran Reşîd Berwarî!
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê!
Guhdarên Radyoya Dengê Duhokê!

Çendî bi min tal û dijwar bû dema ku min nûçeya koçkirina dawî a destbirakê xwe Kamîran Reşîd Berwarî bihîst. Ez di cihê xwe de cemidîm, hestê min rawestiya û pêre-pêre li naskirina xwe û wî vegeriyam.. Naskirina ku bingehê wê, zimanê Kurdî bû.. Hatinên wî yên bajarê Qamişloka evinê bûn û çûn û hevdîtinên min û wî li bajarê Duhoka Dasiniyan.. Erê, ne ev tenê bûn, belê hezkirina me herduyan ji rêbaza Barzaniyê nemir re bû..

Û wiha sal derbas bûn, wî dengê Duhoka Dasiniyan bi tev xisletên Duhokiyan ve, ji erdnîgarî, dîrokî, rewşenbîrî û şan û hunera pêşmergeyên qehreman ve bilind kir.. Û her wiha dostaniya me berdewam kir..
Kamîran Reşîd Berwarî; kurdperwerekî resen bû. Ji xwe welat li ser pişta kurdên resen têne ava kirin.. Çendî roja îro, pêdiviya me bi kesên wek wî heye..
Belê geşbînim bi wî bingehê ku kak Kamîran Berwarî di rêka radyoya Dengê Duhokê, li ser revabaza Barzaniyê zindî daniye. Roja îro, ew bingeh dipişkive, bi girsbûn mezin dibe û mîna dara Çinarê şax û paxên xwe bi rex her çar perçeyên Kurdistanê ve berdide..
Bêguman, koçkirina wî ne tenê xisarek mezine ji xelkên bajarê Duhokê re, belê xisarek mezine ji Kurmancîaxêfên Kurdistanê re. Çiko wî, rewşenbîrên her çar perçeyên Kurdistanê di bin sîbera Radyoya Dengê Duhokê de kom dikirin..
Belê roja îro bi saya tovê ku wî ji me re çandiye, wê hevalên wî, şagirtên wî karbin valabûnê dagirin û bi serketin rêbaza wî berdewam bikin..
Êdî nema zanim çi bibêjim?! Kes nikare li pêş qederê bisekine.. Dunya wilo hatiye û wê wilo jî derbas bibe.. Ga dimire çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne.. Her wê navê Kamîran Reşîd Berwarî di dilê me de be.
Ji Yezdanê jorî hêvî dikim ku cihê wî buhişta rengîn be. Serê malbata wî sax be, serê rewşenbîriya Kurdî sax be û serê gelê Kurd sax be.
Konê Reş
Qamişlo, 22.06.2014

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...