Seydayê Keleş evîndarê helbesta Kurdî a resen (Bîranînek)

Lewend Dalînî

Seday ê Keleş ku di sala 1930 î de li gundê Bizgûr ê (Bakurî bajarê Nisêbînê) ji dayik bû, ji zaroketîya xwe de bin xet bû, û li hicreyên mela dest bi xwendina olî dikir. Di zaroketîya xwe de seyda di hemû qûnaxên zehmetî û xizanî yê de jiyana xwe bi kotekî derbasdikir û bi hezarê caran weke hezarên zarokên Kurdan ên wê dema tinebûn ê, bi sedê caran bê şîv taştê û fravîn dima? Lê seyda ew dem bi halekî neçarî derbas kir û xwendina xwe jî qedand.
Mirovek welatperwer, canek sivik, nefsek tenik û dilpak, seyda wilo dihate nasîn. Reflekta vê jiyanê di hinek helbestê seyda de belû bûn û seyda timî li ser xebat, jiyan û astengîyên qada jêrîn helbestên xwe tevin dikirin? Bi rastî ew berxwedana ku seyda nikarîbû pêk bînê di jiyana xwe a piçûktîyê de dijî astengîyên jiyan û stemkarîya rêjîmên ku xaka Kurdan xistibûne bin destên xwe; seyda bi xurtî di helbestên xwe ên şoreşgerî de bi kar tanî.
Xwendina wî ya Olî ew beșdarî xwendin û nivîsandinê dikir û pêre pêre hîndarê beșê Kurdî bû???Têkilîyên wî bi Seydayê Cegerxwîn re ew kire evîdarê ristina helbestê!?? Bi xweșî, bi zehmetî, Qûnax bi qûnax seyda riaya xwe vedike û cihekî xwey taîbet di ristina helbesat resen de çêdike????.
Seyda bi can sifvikiya xwe li sînorê helbestê ne rawestiya lê bi gelek qûnaxan ew derbaskir!; Weke welat perwerekî ala netewî rakir û dikete ser pișta kar û xebata neștîman perwerî!,
Helbest di jiyana seyda de bu weke kezî zerekê û di peyre bû evîndara wê,
Di warê kevnetora Kurdî de seyda gelek metelok, û gotinên bav û kalan Kû bi salan ew gotinên granbûha di hiș û mêlakên wî de cih girtibûn û ji nûve ewî anîne der șîrovekirin û pêșkêșî her kurdekî kir; di hêviya kû bi karibe ji xwere bike rêzan û rêber di jiya xwe a rojane de?.
Gelek bîranîn ê me û seyda bi hevre hebûn ji wan ev wêne ê kû tevlî seyday ê Keleş û birek ji hunermend, helbestvan, nivîskarên bi nav û deng di festîvala bîranîna amadekirina Mîr Celdet ji şoreşa agrî re.

Ji çep ber bi rast: Hadî Behlewî – Hunermend Heznî – Hunermend Hisên Tewfo – Xelîl Sasûnî – Hesen Naso – Faîrûz Navmalî – Seydaê Keleş – Ferhad Içmo – Lewend Dalînî – Beha Şêxo – Mûsa Oskê – Konê Reş – Brahîm Mehmûd – Dildarê Mîdî – Endazyar Naso – Hunermend Adil Heznî .
Ê ku wêne kişand Kamîran ê Haco bû.
Bûyer: derbasbûna sed salî di amadekirina Mîr Celadet ji bona şoreşa Agrî re li gund ê Mizgeft ê (Hêla Cerahê) ku em tevde mêvanê rehmetî Mecîd ê Haco bûn.  

Hezîrana 2014 an
Beîrûd – Lûbnan
Lewend Dalînî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...