Pêdevî û Bingehîn

Mislim Şêx Hesen *

Destpêka damezrandin û avakirina  pirojakê dibe  gelek pêdevî û bingehîn jê re werin amedekirin ta ku ew sazî  serkeftî bixebit e û karib e dûmke li gor erkê ku jê tête xwestin, vêca bizava siyasî ya kurd li Kurdistan Sûriyê jê tête xwestin dive qunaxa zor hestiyar de li gor asit û radeya berjewendiya gelê kurd be, da ku  karib e hin astengiyan li ser milê gelê kurd sivik bike di vê rewşa zor dijwar  ya ku Sûriyê bi tevahî deverên xwe tê re derbas dibe, û nemaze ew astengî û durbaçkirin ku li vê dema dawiyê li ser deverên kurdî li Sûriyê ji aliyê hêzin tundrew û tarî de,
gelek ziyan li  deverên kurdî kirin, û her wiha metirsiyên mezin li ser  Kurdistana Sûriyê peyde kirin,û ji hemî alav û bingehînin jiyanê bê par kirin  av,eliktirîk, derman û hemî tiştên xwarinê hatin birîn ji aliyê rêxistina Daîş ve.    
Lewra jî tevgera kurdî dive dema dijwar de dibe hev bipejirîn e û baş lihevguhdarke û her wiha dibe di zûtirîn dem de lihevkirin û yekîtiya tevgera kurdî çêke û qeyîd û mercan li pêşiya hev çêneke, çimkî ew yekîtiya zor girîng e û rê  dibe we re hêsankirin û tu aloziyan çênekin ji bo danheva tevgera kurdî ya ku gelê kurd ji zûva  li benda wê gava pîroz e û ev erk li ser hemî aliyan e dibe alîkar û piştgir bin ji wê pirojêr e, çimkî ku rojên tarî û dijwar li pêşeiya gelê kurd in, wê lomê jî dibe bizava kurdî erk û ûstubarî xwe bike ji bo gelê kurd li Sûriyê û bi taybet di vê qunaxa kambax û diwjwar de ta karib e rola xwe bilîze divê rewşa ku Sûriyê têde jiyan dike, û ew nakukiyên heyî dibe ji hole rake, ji ber ku rewşa herêmên  kurdî di mandê de wê kambaxtir bibe û bingehînin jiyanê roj bi roj lê kuta dibin, ji ber vê yekê ji hemî partiyên siyasî û nemaze ji herdu ençûmanên kurdî  li Sûriyê tête xwestin di zûtirîn dem de  ew rêkeftin û peymanên ku di nav bera wan de hatî îmzekirin dibe di warî piratîkêk in, da ku tevgera kurdî karib e di heyama heyî de mafên netewî û rewa yê gelê kurd li gor yasa û zagona navnetewî we re çespandin di Sûriyek Demoqrasî, perlemanî, pir partitî, ne neavendî .
Lê di virde dibe herdu ençman biryarek zor pêwîst bigirin divê demê de ta ku karib in berpirsiyarî li gelê kurd bikin,di pêşî de dibe dev ji Hewlêr û Qendîlê berdin û biryarên serbixwe wergirin li ser zemîna Kurdistana Sûriyê, çimkî ku ya tevgera kurdî gihand vê rewşa kambax û ji hevxistî ew bandûra hêzin kurdistanî li ser partiyên kurdî li Sûriyê bû, wê lomê jî dibe tevgera kurdî berjewendiya gelê kurd biparêz e û lihevkirinê di demek nêzde damezirîn e, ji bo wê yekê jî dibe ew kiryarên kirt û stimkariyê rêjîma Behs ku li dijî gelê kurd bi her hawî dikir ku kurda ji holê rake an windake di nav netewa Erebî de dibe hertim li ber cavên kesên partîzan û tevgera kurdî be û sûd jê wergire, û dest bi guftûgo bibe û bi şêwakî erênî ji dêvla şere ku li dijî hev dikirin, wê bersîva herî baş û qenc be li dijî dagîrkerê Kurdistanê .

*  Endamê komîta siyasî ya Partiya Yekîtî ya Democrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…