Ziman.. kurte çîrok

 wehîd keleeş

ve Silo hat civatê :
– bê deng bimînin , li wî guhdarbikin ka dê çi bêje ?
 
Silo nêzîkbû , û sola xwe  ji  lingê xwe danî , û silavkir û li ser dikê koçkê rûnişt , balgihek kir di hemêza xwe de , û dest bi axavtinê kir û got :
– gelî gundiya , kî ji we şevê dî dengûbas bihîstin ?

dibêjin hîn şer berdewame .
ji gundiyan tu kesî newêrî tevlî civata wî bibe , û tu kesî gotinek tenê jî li wî nevegerandin .
 
Silo dîsa gotina xwe berdewamkir :
– hûn dizanin hîn şer berdewame
yekî gotina wî vebirî û jê re got :
– mal ava tu rê nede tu kesî , û gotinên te tev qaçaxin .
bû leplepa devê Silo û lê vegerand :
– nexwa guh dibe vê cîrokê , şevê dî çêleka mala xelo za û golikekî du serî anî
 
hîn çîroka zana golikê bi dawî ne anî . yekî gotina wî qutkir û jê re got:
– min tirse tu bêjî ew golikê du ser , du zaravan dipeyivî , yek kurmancî û yê din soranî , bi xwedê te mejî di serê me de kiriye çeqilmast , mal neket qey tu çarekî ji vî zimanê dirêj re nabînî ?
li cem şêxekî yan li li cem melayekî , bi xwedê zimanê te bûye gazek bûye mîna zimanê çêleka mala xelo .
 
teqênî bi civatê ket , û dest bi ken kirin , û tinzê xwe kirin .
 
Silo sor bû ji kel rawestiya , ji leza tizbiyê xwe bi şûn xwe de jibîrkir , û sola xwe bi ser lingê xwe ve kir , û li wan vegerand :
– ez kurê çêleka zerbim heger ez li vê civata genî vegerim , tifû miletê bê şerm
 
Silo gihişt mala xwe , û hîn kela wî mîna kela nîskê dikelkilî .
jina wî hat û pêşwazîkir , û jê re got :
tu  bi xêrhatî stûna mala min , çiye dîsa ? çi çêbûye ?
 
Silo serê xwe hejand , û jê re got :
ez stûna mala te me ?
ez stûna gova biziname , heger ez ne bê qudoşbam , zimanê min jî dê mîna zimanê mirovan ba , dê ne gazek ba , zimanê min bû ye mîna zimanê çêleka zer , bi xwedê ez êdî nikarim herim civatekê , hîn ez ne rûniştîm , ev zimane , ji devê min tê der, û bê serî destpêdike , tişta gerek û ne gerek , û tişta werê gotin û ne yê gotin di bêje
keça camêra , bi xwedê tirsa min ne ji gundiyaye , ez ditirsim rojekê ev zimanê dirêj dijûna bike û gotinên qedexe bêjê , û yan devbavêje kesên navdar , dîsa bi xwedê ev ziman dê dawiya min bîne , yan dê ji rayê binî ve were hilkişandin .
 
Silo bi dengekî gij ban jina xwe kir :
– keçê ka were
 
ka xêra xwe li zimanê min binêre , û bîne bîra xwe ka berê pîvana wî çiqasbû ? û dezîyekî bîne , û qasa bimîne , ji min re girêde , îro ez dê vî zimanî jêkim .
 
jina wî lerizî , û tirsê zimanê wê lalkir ji Silo re got :
– ji bo xwedê raweste , dê çibikî ?
tu caran min ne bihîstiye kesî zimanê xwe jêkirî !
 
Silo kopalê xwe bi wê werkir , û rûyê wî di xuhdanê de noqdibû jê re got : ezê vî barî ji ser sînga xwe deyim , vî zimanî ez hetikberkirime .
 
jina wî zimanê wî pîva , û bi serê wî re girt , û silo rahişt kêreka tûj destê xwe bilindkir , tifa wî di  gewriya wî de ziwabû , û çavên wî sîsbûn destê wî lerizî .
ji nişkêve ji xew rabû , hindir tariye û dilê wî dike kut kut , destê xwe da devê xwe û gilîza xwe paqijkir, di wê tariyê de kenî , û keserek anî der .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…