Ev konferans wek serencama biryarn Kongireya 4ê ya HRRK ya ku di 25/01/2014 li BILEFELDa Elmanyayê hatibû lidarxistin û bi şêwazeke rêbazane û balkêş giha armancên xwe yên bingehîn.
Di konferansê de komîteyeke kargêr ji boyî beşê Amedê hate hilbijartin û di konferansê de kar û bar û erkên vê komîteyê hatin destnîşankirin.
Amedekarên konferansê rewşa Sûriyayê bi giştî û rojava bi teybetî di berçav re derbas kirin û pêdiviya Rojava bi avakirina sazî,dezgeh, rêxistinên civakî û çandî û sivîl ji hemî deman bêtir dîtin û di heman çarçeweyê de, bihêzkirin û berfirehkirina HRRK jî nirxandin.
Parastina berjewendiyên neteweyî û avakirina seqayên diyalogê û qedexekirina bikaranîna hêz û çekan di çareserkirina nakokiyên siyasî û rêxistinî de..
Banga me jî ji bo kesên ku di qada rewşenbîrî de dixebitin ku bibin navbeynkar û alîgirên diyalog û hevgirtin û ji hevnêzîkirina hêz û partiyan ne ku bibin alav ji boyî gurkirina nakokî cihêwazî û dijminatiyê.
-Derfet ji bo derxistina kovareke wêjeyî.
-Malpereke fermî ji bo HRRK şaxê Amedê.
-Ji bo birêvebirina karê şaxê Amedê yê hevgirtinê rêbazin nû bêne danîn.
Di dawiyê de bi navê komîta rêveber ya HRRK,sipasiya şaredariya bajarê mezin ya Amedê dikin
li ser hembêzkirina vê konferansê her wisa ji bo ked û alîkariya wê ku roleke mezin
di serkeftina karûbarê vê konferansê de lîst.
Komîta kargêr ya HRRK
Şaxê Amedê