Temen kin in stêrên seherê

Hadî Behlewî (Nûhat)

Sed mexabin lê çikim îro ji bayê qederê
Dengê qirka te ya zêrîn ber xwe bir hew tê derê
Hew tu tê serdana xwedyê “va cîhan sar e bi min”
Lewra va bi hêsrên xwe dinvîsê vê reş xeberê

Ger ku fermiskêm ziwa bûn yan jî çav ji hêz ketin
Dê temen kim reşeşîna te bi xwîna cegerê
Koçkira te “Bavê Varoj” daxike l”””” dil min de ye
Bûye hêlînek ji bo ahîn û nal û keserê
Pesnê te nadim hevalo xelk dizanin tu kî yî
Vaye bawernamê derheq te l”””” medyê û malperê
Gulşenek tu sewsen û yasimîn l”””” dor te pelvedan
Dengê saza te belav bû l”””” bej û behr û keşwerê
Rêçika “Hiznî” te girt û folklor te parasti bû
Ji meqamê şer û lawa ta b”””” keylê û esmerê
Dengvedanê hestê min bû ne tenê dost û heval
Hin hinasê min li ser dengê xwe danî j”””” ezberê
Hate ba min ku ji bo dûrbûnê min helbest divê
Go mebesta wî ye ew ku vî mijarî bistirê
Piştî serdanê ji min xatir dixwest û daye rê
Lê nizanîbû me ev xatir ji şopa oxirê
Tu sitêrek hunerî bû lê çiqa kin bû temen

Lê diyar e ku kin in emrê sitêrên seherê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...