Çand û mertala bêjingî û hin rewşenbîrên kurd

  Keko osman

Konferasa MEM û ZÎN û rêzdar Perwîz Cîhanî ( wek nimûne ) .
Komeleya NÛBIHAR Konferansa Mem û Zîna Ehmedê Xanî di roja 1752014 li bajarê Batmanê li darxist , û axaftvan û simînar bêj nivîskar û rewşenbîrê bi nav û deng ji Kurdistana roj hilat  berêz Perwîz CÎHANÎ bû . Herweha mamostê beşê zimaê Kurdî li zanîngeha bajarê Mêrdînê bû .
Di destpêka Konferansê de mamosta û lêkolînerê hêja P.CÎHANÎ wiha anî ziman :
Dîroka zayîna Xanî li gor serdema Koçî baramberî zayînî û go : li dor 1061z hatiye vê CîHana DEREWÎN .

Di heman demêde şopand û got : Lê Xanî ne FÊLESÛFe û malikek ji evsanê pêşkêş kir û dûbare kir ku ligor vê malikê tê wê wateyê ku Xanî bixwe eşkere kirye ku ew ne fêlesûfe .
Divê Konferansê de mamostê rêzdar pir serkeftî bû û keda wî dihat ber çavan , bi taybetî di hilbijartina malikên destana Mem û Zînê de. Ez bawerim cihê dilxweşya pirtirîn beşdaran bû .
Her weha wek hemû çalakiyên di vî babetî de ew bû, vekirina deryê pirsan , û livir hin têbînên min li ser naveroka mijarê hebûn  û tanî digihişte asta nakokiyan .
Dema pirsan dest pêkir min rêdan ji mamostê hêja xwest ku du pirsên mi hene eger derfet hebe . Pirsên minjî ev bûn :
1.Min pirsî : Mamosta dema we dîroka zayîna Xanî nîşankir , we got hat vê Cîhana DEREWÎN , gelo çima hûn diwxazin vî reng navî li vê Cîhana dewlemend bikin, û weha hûn dibin hevvparê kesên ku dixazin gelê Kurd ji vê cîhanê bê par bikin? Tanî Îmam Elî jî weha gotiye : (Ji vê cîhana xwere bike weku tuyê her û her li cîhanê be, û ji cîhana dîtire bike weku tuyê sibe bimrî) . 
2.Min Pirsî : we anî ziman ku Xanî ne FÊLESÛF e, lê DR.Izedîn Mustefa Resûl gotiye : Xanî Helbestvan e û FÊLESÛF e û Sofî ye , ma ev tê çi watê ? ya dîtir ne mere xwe bixwe vê nîşanê bixwe vedike, yanî biryar ne ya mirove, hin aliyên fermî anjî hin saziyên sivîl vê nîşanê bi kesan ve vedikin , tê wê watê ku behana wê malika ku Xanî gotiye ez ne FÊLESÛF im ne bese ku ne Fêlesûf be .
Mamosta P.CÎHANÎ pirsên min weha bersivand :
Bi kurtî bersiva yekem da û got : Rast e ez vê Cîhanê DEREWÎN dibînim bê ku şîrove bike .
Bersiva pirsa duyem jî weha got : Û careke din piştrastkir û malika efsanê dûbare kir ku Xanî bixwe dibêje ku ew ne FÊLESÛF e û xanî gotiye ku ew Pêzan e (Arif e) . Weke bêje ku mirov wek kes xudanê biryara  xwenîşankirnê ye , û ev maf di destê Xanî deye, lê wek tê zanîn ev biryar ne ligor pîvana ye û hin aliyên cuda ewin ên xwedyên van mafan e . Mixabin van bersivên zuha ez têr nekirim û ez matmayî hiştim liber vê qama bilind û navdar .
Keko osman
Keko3.57@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...