Qilçix: Çilo çêlek di nav lingên DYP de winda bû?

Qado Şêrîn

Pîrê û neviyê xwe Azad li ser şîrê çêleka belek dijiyan. Pîrê hîn çêlek ji bavê xwe girtibû, hin caran şîrê wê difrot û ji neviyê xwe re cil û lîstik dikirî.
Neviyê wê Azad bi tenê bû, dê û bavê wî di bûyereke trafîkê de li ser riya Qamişlo Serê Kaniyê hatibûn kuştin, Pîrê ew anîbû ba xwe û barê xwedîkirina wî girtibû ser xwe.

Berî cejna qurbanê bi sê rojan çêleka pîrê winda bibû, wexta neviyê xwe Azad biribû çarcihê daku cilên cejnê jêre bikire, vegeriya bû malê çêlek tune bû, yekser bazda ba cîranan, û ji wan pirsî: we çêleka min nediye?
Hinan berê xwe jê diguhertin wek ku newêrîbûn bersiva wê bidin, lê hinan jî di guhê wê de dikirin pistepist û digotin: asayişan çêleka te birin. Pîrê ji wan pirsî ma negotin çima? Belê gotin: bêhna rêxa wê hemwelatiyan aciz dike.
Rabû yekser çû ji Salih Mele pirsî, wî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, Pîrê rabû çû ba Sînem Xan, wê jî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, pîrê rabû çû ba Aldar Celîl, wî jî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, pîrê rabû çû ba Ebdilkerîm Xetab, wî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, pîrê rabû çû ba Asya Rehmelah, wê jî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, pîrê rabû çû ba Ebdilselam Mehmûd, wî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, pîrê rabû çû ba Ciwan Hûd, wî jî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, pîrê rabû çû xwe avêt dawa Rêdûr Celîl, wî jî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, wexta dengê qurqura zikê neviyê wê dihatê agir bi nava wê diket, rabû derket derve û heta xwedê qewet dayê kir hawar, bi tepan bi sênga xwe ket û porê xwe kişand, hinan jêre gotin: pîra delal xwe bavêje tor û bextê nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên wan, bi tenê ewê bikaribin alîkariya te bikin û çêleka te vegerînin.
Pîrê yek nekir dudo, rabû çû yeko yeko li deriyên wan nivîskar û rewşenbîran da, wan jî jêre gotin: vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be, û ku venegeriya emê daxwiyaniyek hişk belav bikin, û revandina çêleka te şermezar bikin, çimkî em mafê zarokan diparêzin. Lê li dawiya dawî ne çêlek vegeriya û ne jî daxwiyanî belav bû.
Her carê sê roj derbas dibûn û çêlek venedigeriya. Jixwe helbestvanekî serxweş bi tirba şêxê helbesta kurdî Baba Tahirê Hemedanî sûnd xwaribû ku wê çêleka wê berî wê li malê be. Lê sozên hemûyn vala û boş derbas dibûn.
Pîrê rûnişt û li ser çarenûs û rûreşiya xwe li beramber neviyê xwe giriya. Pîrê di wê rewşê de bû biraziyekî wê ket hundur, piştî li çîroka wê guhdarî kir, wî got: çêlek û pirsa kurdî hema hema wek hev in, di nav lingên wan de winda dibin, jixwe ji ber wê ewqase dezgeh û rêxistin ava kirine..daku yek radestî yê din bike û kesek xwe di ber têkçûn û şikestinan de berpirsyar nebîne.

04/05/2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…