Ji bo kela dilê we PAKREWANAN…

 

Şahoz Haco

Bajarên bê deng û gundên dil şewat di axîn, nalîn û xewnên xwe de hûn man dil şikestî.
Dilên ku di nav mistek ax de, di Jenin.

Tu caran we hestên xwe û evîna xwe ji biyaniyan re, ne hingavtiye.
Ji ber çi wilo li we hatiye.
Çima wisa hûn ker û lal in.
Çima wisa… ka xewnên we.
Xewn û hestên we yên di nav lat û kevirên hawîrdor de hatine çandin, kanîn.
Ji bîr nekin… wan xewnan bi ji bîr kirinê, ne nixumênin.
Kulan bi ser kulan de ne herikênin.
Ji ber babilîsokên zer merevin.
Bejna xwe metewînin.
Xwe mesipêrin şapan û lehiyan.
Di gewriya dîroka kevnar de xwe ji bo dahatûya xwe amade bikin.
Belê tu caran li hember qamçiyên zordestan, xewnên xwe ne çilmisînin.
Deşt û zinar, li benda we ne.
Armancên ku xwe di zikê hêviyan de veşartî li benda we ne.
Xecxecok û giya, kesk û sor in, li benda roja we ne.
Şewq û şepala serê sibê li hawîrdorê roniya çavên we, xwe pêçane.
Azadî li benda xewnên we ye…
Di nav rakêşanên xewnan de, sirûdên mêraniyê dihatin xwendin.
Dexil, genim û sinbilên azad hîn jî evîndar hembêz dikirin.
Li ber aniya we ya bilind, dijminan serî nizim dikirin serî ditewandin.
Dar, giya, rez û werizên şad, pala xwe hîn di dan axa sor.
Darên zeytûnan hîn çuqliyên wan şîn in.
Dawet, sema û govend hîn tên kirin.
Ji bo xewna we…
Ji bo baweriyên we…
Ji bo kela dilê we PAKREWANAN…
Hîn em bi hêvî ne.
PAKREWANANÊN axa sor we… Li ser xaka pîroz we dikir Newroz.
Bi bilbilan re, bihara renge- reng we diramûsand.
Xewnên kevin bi derdên nû re hîn tên û diçin.
Lê mixabin di xewnê de em bûn penaber…
Di rastiyê de em bûn penaber.
Di bin sitûnê xewnan de çadirên penaberiyê hatin vedan.
Çadirên rizî singên xwe li ser singa xakê kutan.
Lê bere kes şad nebe bi têkçûna xewna PAKREWANAN.
Bawer bikin PAKREWANANÊN delal hîn em li xwenê xwedî ne.
Hîn ez jî xewdî xwen im.
Hîn jî li benda vegera bajarokê xwe me

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…