Pîrozbahiya roja rojnamegeriya kurdî

Tengezar Marînî

Rojnamegeriya kurdî: eve 116 sal li ser weşandina yekemîn rojnameya kurdî KURDISTAN re derbas dibe, bi vê helkeftê pîrozbahiyên xwe arasteyî malbata Bedirxaniyan yek bi yek- yê sax û nesax – dikim, ji ber ew in yên hîmê vî karê pîroz danîn. pîrozbahiyê li hemî nifşên piştî wan jî, ta roja îro, ku çapemenî û rojnamegeriya dîgîtal jî himbêz dike, dikim.

Ji wan re jî, yê li dijî hemî rengên rojnamegeriya ne wek ya wan dikin, pîroz be.” mebest, rojnamegeriya PKK û navê dibin siha vî navî de”- Wek hizertî Mesîh dibêje: hez ji yê li te dayî û tu bêrûmetkirî jî bike, ji bo tovê hezkirin û aştiyê herdem şîn be”. Lê pirseke min ji wan biraderan heye?

Eger hinek wisa, rojnamevanê we derxin derveyî sinoran, hunê çi bikin? 
Bi taybetî ev yên li rojname û TV yan kar dikin? Eger hun we bi kuştinê tehdîd bikin? eger we dûrî mala we bixin, we dûrî karê we bixin? Serkêşên rojnamegeriya kurdî, mebesta wan ew bû, ku êdî her tişt bête belgekirin û zulma li kurdan dibe, nema bimîne veşartî. 
Ez bawer im, – eve çend sale di vî warî de kar dikim û di çend kovar û rojnameyan de, min, kar kiriye û hin ji wan di desteya damezirandinê de bûm, min, bi vî rengê îro dibe, nedîtiye. Digel ku em, di bîr û baweriyên xwe de, newek siyaset hindek hêzên siyasî bûn, lê me bo wan nivîsî. B.n. „Azadiya Welat“ .Armanca Miqdad Medehet Bedirxan, Celadet, Kamîran û Sûreya û hemî yên din, her eve bû, ku bi hişmendiyê mirov dikare pirsa xwe bêhtir binase û bide nasîn. Her ew bû jî, ku bixwebawerî peyda bibe û bixwebawerî, rêdan bi yê dijber e, neko derxistin, lêdan û kuştina wî ye. Gelo hun dikarin bi berpirsiyarî, bibêjin PKK”PYD”, BES ÊDÎ van karan bikin, ev kar xizmeta pirsa kurd nake?! Dubare, Cejna rojnamegeriyê li hemî rojnamevan û dezgehên media kurdî pîroz be.

Hannover, 21.04.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…