Di 17 . 04 . 2014 an de, li Navenda Komela Rewşen Bedirxan, li bajarê Efrînê, Komelê kongira xwe ya sêyemîn, di bin silogana ( Şêr şêr e, çi jin çi mêr e ) li dar xist. Pirograma kongir bi kêlîkeke bêdeng li ser rewanê pakrewanên doza Kurdî û şoreşa Sûriyê dest pêkir. Di pişt re, rapora, ku komîta rêvebir amade kiribû hat xwendin. Piştî xwedina raporê kar û çalakiyên komelê yên di salekê de hatin nirxanidin, û piştî têbînên sûdar ji aliyê endamên Komelê ve tozikeke nû hat danînin.
Di vê kongrê de, careke din hat teqezkirin, divê ku jina Kurd ligel mêrê Kurd di hemû warên jiyanê de, bixebite, û ew bêrol nemîne, ji ber ku civaka ku jina wê ne di doza kar û xebatê de be, ew civak pêş ve naçe, û berî ku ew derbasî wê xebatê bibe, divê ew azad be.
Xala dawiyê ji pirograma kongir mamoste Kifyet Hesen wek seroka komelê, Lewend Hebeş wek cîgir û komîteke kargêriyê jî hatin hilbijartin.
Xala dawiyê ji pirograma kongir mamoste Kifyet Hesen wek seroka komelê, Lewend Hebeş wek cîgir û komîteke kargêriyê jî hatin hilbijartin.
Komîta rêvebir ya Komela Rewşen Bedirxan A jina Kurd
Efrîn17 .04 . 2014.
Efrîn17 .04 . 2014.