Gulên Sasûnê Li Qamişlo di pişkivin


Dîrok xwa vedgerîne weke ko gelek nerîn û dîrok nas dibejin, ev tişt îro hate xuyakirin, vaye em pêşwaziya neviyê bazên sasûnê, pilingê Mala şeref – pêşiyê mala elîyê unis – gewmê çiya, şagirtê dibistana berzaniyê nemir û şêx seîd , û bedirxaniyan…
hevbendê her şoreş û şoreşvan mamosta bervedêr Mihemed Nezîr Mustefa dikin li balefirgiha Qamişlo di vegere wî ji parîsê – ji ber nexweşîyê- wê parîsa ko sozê xwe bi bav û bapîrên wî re nebirin serî .
Sûriya tevî peşwaziya wî kir , kurd , ereb, mesîhî , mislman , partiyên kurdî rêzên daxwiyana dîmeşq û gelek ji bijîşk û bervedêr û rewşenbîr… û koma narîn ya folklore kurdî bi çekên xwe yên kurdî. gul , kulîlk li ber dest û sînga wî ne dihatin jimar.
 Çevên qurimî şil bûn bi dîtina wî dil tevde bê pî rabûne ser xwe , tev bûbûne çav û ew himbêz dikirin , ber devkê kurdîniyê zindan nasê kurd di bin gula de westiye , çev hêvî dispartin çave û dil erê dil ala sê reng şîr did a û dîroka xebata berzanîyê nemir û dasîtana mala elîyê unis dixwend di roja koçbargirina berzanî de çavên wî ey reqîb dixwendin bîna tîpên berzanîyetê ji nerîna wî di fûrî , pirsek kûr di çevê wî de diyar bu –li gor dîtina min- pirsek kes nikarê bersiva wê bide ji pêşerojê pêve , pirs grêdaîye bi rewş û dîroka me re bi pêşeroja me re bi al û mafên me re bi … bi.
Piştî va amadeyên cûrecûr û rengî çend gotnê bi çenk û per li ser zimanê wî ristin, dema ko li devê dergihê mala xwe li mihvana nerî û got: ( we nexweşî bi min xweş kir ) çavên mihvana lê dinêrîn û di dilê xwe de digotin : tu kurdî … te kirasê sasûnê li xwe kir tu berzanîye  te rûpelên dîrokê ji mere vekir tu bi xêr û xweşî hatî bervedêrê kurdê sûrî berdevkê mirovatiyê wekhevî û datperweriyê û mafê her kes û gel, lawê serhildana sasûnê kurê mereto mîrê çiyayên sasûnê hebûn û xweşî û mana te hêvî û omîda me ye û dîse tu bi xêr û xweşî hatî.
Mûsa zaxûranî – Qamişlo

1-3-2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…

Axîn Welat

Keçeke ciwan bûm li ber deriyê xewneke mezin, min pir zû fêm kir ku her tişt bi xewnekê dest pê dike. Hîn zû bû çavên min li girîngiya zimanan vebûn û ev gava min a yekem bû di vê rê de.

Sala xwendinê ya yekem di şeş saliya min de bû. Ji…

Dr. Mehmûd Ebas

Pirsa zimanê kurdî ne tenê pirsa tîpan, zaravayan û bernameyên perwerdeyê ye; ew pirsa hebûnê ye. Ev pirsa di serê pirsa neteweyî ya kurdî de li hemû erdnîgariya Kurdistanê radiweste, ji ber ku neteweyek ku ji zimanê xwe bêpar were hiştin, ji navê xwe, ji nivîsandina dîroka xwe, û…

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…