Biryara Vegerê

 Reşad Şeref

Keleş mirovekî cotyare, ji gundên Aliya ye, zinara reş li ser danî mîna sedên cotyarên deverê, mala wî koçbû, li paytextê cî girt, lê xweşiya bajêr, avahiyên bilind, pirbûna kar û pera, hezkirina wî ji welêt re neguherî û nayê guhertin .
  Tiliyên wî tim bêriya das û qeynaxan dikir, çavên wî bêriya şikêr, şikeft û çiyan dikr, û hestê wî bi bêhna nanê sêlê, yê ku bi destê hevjîna wî dihate sohtin, bêhna lal û xeçxecokan ji beyarên gund, bêhna pûng û qûzikên ji dehla başûrî gund dibarî, her gavê serê wî gêj dikir .
 Meh .. sal derbasbûn, ev wêne li pêş çavên Keleş, nehatin guhertin. Digot : Cara pêşîn dema zeviya me hate birrîn, pozdeqandî serê payîzê gurbûn gundên me.

 Xwe amade kiribûn, ko me bê par bihêlin, lê piştî xort û mêr ji deverê dûrkirin, keç û jinan bi das, çakûç û bêran.. êrîşî li wan kirin, tirsonek bê dest hilanîn şûn de zîvirîn, wê salê verêja xwe hilanîn ,
   Sala din, tuxmê sitemê careke din li wan vegerîn, bi turimpêl û çekên leşkerî hawîrdorê zeviyan girtin, her mirovek di cihê xwe de şêt ma, bê hêvî .
  Keleş weku gelek mişextiya diramiya, eger em nevegerin, wê me ji kokê ve hilînin ! . Ev rastî ji hişê wan dûr nedibû, ev zinara ko li dora me pêçayî, divê bête çirandin û çare jê re hebe .
 
 Komeleke ramyarî avakirin, û biryar dan ko careke din vegerin ser qada xwe. çaxê dagîrkeran ev biryar bihîstin, gund berdan û li cihekî din gundê xwe avakirin .
 
reshad2008@hotmail.de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…