28 çepkegul li ser gorna nemir M.M.Berzanî bin

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Di sereta de ez jî mîna her Kurdekî bi bûneya bîranîna 28 saliya şehîdbûna serokê nemir M.Mistefa Berznî serê xwe li ber gorna wî bi xemgînî, bi serbilindî û bi şehnazî ditewînim.
Weke diyar e, di dîrokê de gelek miletên cîhanê nasnamên xwe yên netewî bi kesayetî û qehremanên xwe yên navdar tên nasîn,herweha jî gelê me jî di sedsala bîstan de li seranserî cîhanê  bi navê serokê nemir, têkoşerê gewre M.M.Berzanî hatiye naskirin.
Serok Berzanî dîrok e, serok Berzanî şoreş e, serok Berzanî raman e, helbest e, çêrok e, serok Berzanî çemek mezin di nav pirêzeyên hestên niştimanî yên gelê Kurdistan de ye, serok Berzanî ziman gelê Kurd û hemû netewên din li Kurdstanê û kawayê sedsala bîstan e.
Lewra jî nivisîn û axivtin li ser vî lehengî nemir di kurtebîranîne de gelek dijwar e, lê ez dixwzim di vê bîranîna pîroz de çend gotinên  Prof.Qenatê Kurd û xanima wî dermafê nemir Berzanî de hûnim zimên.
 Gava ez li Lênîngrada berê di salên 1978-1988 an de xwendekar bûm, Nemir Q. Kurdo ji min re got; gava ez li Lênîngradê xwendekar bûm, mamostên min ji min dipirsîn, tu çi milet î ?, min gote wan, ez Kurd im, ewan li min vedigerandin û digotine min, yanê tu Berzanî yî. Yekser ji şabûnên mezin re, stêr bi çavên min diketin, dilê min di sîngê min de mîna çûkan sema dikir, min digote xanima xwe yaRus Nadêjda, binêre ! Binêre! Çawa miletê me bi navê vî şêrî hatiya bihîstin !   Çawa vî dilêrî navê me, navê gelê Kurd xistiye dîrokê, vêca çawa ezê xwe niha serbilind nebînim !!
Dîsan Q.Kurd gote min; gava nemir Berzanî hate Mosko, ez û xanima xwe çûn cem wî, em bûne mîvanên wî, me gelek axftin kir, ewî rewşa hevalên xwe û ya xwe li Sovyetistanê ji me re got; me li çavên wî temeşe dikir, me wêneya Kurdistanê, me çem û şaxên Kurdistanê tê de didîtin, hîn me wa hîngê bawer dikir ku serokekî me , qehremanekî me weha mezin hebe, divê em qet ne xemxwar bin, dê gelê me rojekê azad be. Dîsan nemir Qenatê Kurd gote min, min xwast hinekî henekan bikim, û min yekser ji cênêralê mezin pirsî, tu zanî goraniyan bêjî? Ew keniya, û gote min, na ! Min dîsa ji wî pirsî li tu zanî semayê bikî ? Dîsan  nemir Berzanî nermik keniya, û gote min,,na ! Lê min ji wî re got; dêmek tu ne kurd î. Dîsan Berzanî bi giyaneke zor sivik keniya û heneka min bi xûn sivikî pejrand, Qenat hîn got; min hemû riweştên rêbertiyê û mezinahiyê di serok Berzanî de dîtin.û hêviyên min bi rizgariya gelê Kurd  gelek xurt bûn.
Dîroka me ya nûjen diçespîne, ku serokê nemir bi lehengî û bi pîdarî li hember dijminên xwe têkoşîn dikir û ramanên wî ne tenê li Kurdistana Îraqê nirxbuha bûn, lê ronahiya rêbaza wî ya netewî li seranserî Kurdistanê ta niha cihê rêzdariyê ye. Lewra jî
ew dibe sîmbola tevgera azadîxwaza her çar beşên Kurdistanê.

Bi vê bûneya mêjoyî, ez silavên welatparêzî ji  pêşmergê serok, rêzdar Mesud Berzanî, û ji hemû kurdistaniyên dilsoz re dişînim û dibêjim hemûyan , hûn hemî dilşad û serfiraz bin û bi rizgariya Kurdistanê bextewar bin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Îro 19.10.2025 Mihrecana

helbesta Kurdî li bajarê Essen li

Almaniye ku herdû saziyên me YNRKS û HRRK pê rabûn bi rêk û pêk hat li dar xistin.

Bêguman ew rêkupêkî û ew rêxistinkirina we dît encama xebata herî kêm ya mehekê ji kar û ked û westandina…

MISLIM ŞÊX HESEN -KOBANÎ

Eger hûn dîroka gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi baldarî lêkolîn bikin, diyar dibe ku gelek bûyerên girîng qewimîne. Ew serwerên bê guman ên şaristaniyên kevnar ên cîhanê bûn, û di wan serdeman de roleke diyarker lîstin, tevî ku rastî êrîşên tund ên ji aliyê dewletên cîran û…

Kara Wezîrê Êşo

Di malpera pressin.ifo da gotarek bi sernivîsa “Em ne kurdên Sovyetê ne, em kurdên Qefqasyayê ne!” ( https://pressin.info/kurdi/2034 ) hatibû weşandin, a ku li ser daxwîyanîyên Hejarê Şamil hatibû nivîsîn, ango ew vegotina daxwîyanîyên wî ne…

Meriv dixwîne û matma dibe!

Helbet, wek ku dibêjin, di cîhanê da…

Fewaz Ebdê

Li Kazaxistanê

Li gundekî bi siya Stalîn tozgirtî

Bi çavin bêbawerî

û bi devekî vekirî

mîna şikefteke efsûnî

ji nav rûpelên dîrokê reviyabe

bîrdankek ji bin berfê rabû

û xwe avêt himêza çîroka mim.

<p...