Avdar

Berzan Şêxmûs

Diyare ku meha Avdarê meha serkeye di demsala buharê de, avdar xwedî cihekî balkêşe li cem hemî mirovên herêma me cimkî zemîn geş dibe dar dibişkivın şînahî pirdibe xak pesnê xwe dide .

Avdar efsana gelê Arî ye têde zordarî ya ajdehak şkest bi mêrxasıya Kawa û ew bûyer bû nû roj û sersal .
Ji lewra li ba kurdan xwedî taybetmendiyeke  mezine cimkî di hembêza xwe de êş û kêşeyên kurdan dû rêzî hev dike , êşên li ser destê stemkar û nejadperestan  weke siza raperîn , serhildan û şoreşan  .
Tev êş û kêşeyan avdar her dimîne xwedana girngîyekê  ji ber ku kurdan Avdar didît hola berxwedan û kêferatê di ber mafê xwe de û ji lihengiya Kawa yê hesinkar hêz digirt û di karî bû ji xwînmijên  xwe re bi gota na na û sed hezar carî na .
Meha serhildanê ye meha berxwedanê ye meha leheng û pilinga ye ji  Newrozê ta wajokirina rêkefta mafê otonomî ji kurdan re ta  şoreşa azadkirna başûr di 1991ê de ta bighêje serhildana qamişlo .
Li gor bîr û bawerên ola zeredeştî ev meh dema afirandin û vejînê ye ,
Ango rolekê dilîze li ser derûna mirovan wekû çawa demsala zivestanê di qede û zemîn geş dibe bi hatina buharê ,wisa mirov hêvî dike ku ji êş û azaran rizgar bibe û bighêje buharê ew buhara xwedan wateyeke razberî ji lewra di dema me ya îro de em bi buharên gelan dibihîzin
 Û ji wan şoreşa gelê Sûrî ya ku di Avdarê de vêket weke gerovekê li ser axaftina me .

Avdar himbêza êş û kêşeyan himbêza raperîn û serhildanan wê bi keda leheng û mêrxasan bibe meha şahî , kêf û ahengan .  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…