Qamişlo (2)

Mihemedê Seyid Husên

Qamişlo bang dike Kurdên bêganeyê li rojhilatê dagere, ji kûr û dûr min di bin tîrêja rokê de paldaye, min hêj bawer nekiriye ku lehiya ceqceqê xopan, çendî serbestiyê li min dikî, min ji ezmûneya jiyanê zanî ku rok li rojava diçe ava, û avê jî bi xwîna bê gunehan destnimêj girtiye.

    Kurdo…ji mêj ve min şahiya stiranê nebihîztiye, min ji peyala zergeşê bilî jana îşkenceyê ne vexwariye, min ji hevgariyên gerdûnê, tovê belengazî û metirsînê di dilê xwe de çandiye, armanc û mebest pê re binax kiriye, peyva çêjer li min bûye qijok, gula keskusor li ber çavên min bûye qiraka reş, û malik li min wêran bûye.

    Min rim, şûr û mertal navên, mûşek, top û takan, sarîn û keldûmana damaran tew naxwazim, Helbçeya nemir ji siyanîd û xerdelê têr vexwariye, rûdêmê dîl û koletiyê, tazî, birçî, û pêxwasan, sêwî, jinbî û lavelava parsekan qet min pesende nekiriye, ji ber ku timî ardiwê şoreşê ewin, şemalên ku rêya azadiyê ronî dikin her ewin, herwiha min dil heye ku bi lawêm xwe re, serbest û rizgar evînê bi resenwarê xoşewîst re bikim, demdar li awazên şeyada û sirûda ey reqîb guhdarî bikim.

    Hewl didim ku li asoyên rojhilata azad şad û kamîran bijîm, hîç naxwazim kesek hêmeniya min nikder bikî, bi saxî gorê li min teng bikî, naxwazim kabûsê xewnê ji xayiz ve min biqutifînî, loma hewl didim ku perîşaniyê bi stiranê biguherim, kul û derdên xwe bi şengehevokên şahlewendî darman bikim, tenha navnîşana hezînê li gasîn û çarçiran libabikim, xweristiya jiyanê weku afiriye bibînim, katijmêra ku li ser eniya min tomar bû ye tê de xatir bixwazim.

    Dixwazim ciwanên şoreşvan yeka-yeka himêz bikim, sîng û berê xwe tax bi tax, baxistan û yarîgehan li wan biparvekim, bi serbiskên keziyên xwe baweşînkê li wan bikim, di xaknîgariya kurdistanê de, li ber bîna min aram û tenah bijîn, herweku helbestvan tucar naxwaze kesek peyva resen jê birevînî, Hewlêr, Amed û Mahabadê hevalmakê minin, di her tiştî de em weke hevin, neyarên sêkuçikî di her tiştî de bergumanin, ciwanên me timî pakrewanin, êdî emê bi hev re herin serdana wan, çiku em lawazin tenha emê li ser hev bigirîn.

    Ciwanên xwepêşandêr raberî destêwerdana ajanên berguman, kargoriyan bo vemanê dikin, cemawirên gelêrî kelecana bendemanê dikin, guherînên dîmuqrasî bê dar û destekar, li wê hindamê serê xwe şeh dikin, û kurmê têçûnê çalak di werselê tevgera siyasî de xebatê dikî.

    Ciwanên sîngtazî bi zend û bendên vala, pêşwaziya guleyan dikin, ji bêdengiya goristanê gav dane axavtinê, ji serê xwe gengeşeya quretiyan bi yekcarî daweşandine, rêjîma rîpok, noker û xure bi oldaran re li mizgeft û kenîsteyan rûniştîne, da ku nahêlin nenûkên ciwanan azad şînbên û gewez kat bidin.

    Hin caran hêmeniya bêpêjiniyê canxweşiye, herweku heyv jî di bêdengiyê de çavan li sitêrkan dişikînî, çavdêriya civanê evînbdaran dikî, weku ciwanên Der,a ji kişwera bêdengiyê qîrdane raperînê, û dîwarê metirsînê bi ser serê rêjîma kujer de helweşandine.

    Qasimo ji bergora heman bêdengiyê, ji ber deriyê mizgefta nemiran, lehenda Şêran gefan li sawgirtiyan dixwe, hawar dike xwazgêniyên azadiyê, bang dike Qamişlo hêviya mine ku tu nehêle lawên te yên bizdonek, ewên ku çolebirr terqiyayî bi kelevajiyên xwe yên ji qanêder, tembel û tiralên levok yên ji destxweçûyî, li ber pilan, xap û rîpên destêwerdana xwe-erzanfiroşan, karbidestên rêjîma xwînmij nebin dîlê metirsînê, û bi jehra pênûsên xwe yên ku di kalan de riziyayî, lehengiya mizgefta ku nemirên 12 ê Avdara 2004 an pak û paqij şûştine, kefenê bûk û zavetiyê li bejn û bala wan meşiqaandiye nelewitînin, rîsipî, hişpîr û piştqofên xurifî serê xwe li tevgera siyasî, rewşenbîr û ciwanên serheldêr mezin nekin.

komara Çîk…8-4-2014
gorican@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…