Dûrê nêzîk

M. Hec Kebe

bê gûman sûriyên li seranserî tûrkiyê hatine bi cîkirin ne kêmtirî gelê turkiyê bi hilbjartinên şaredariya mijûlbibûn, ji ber ku tiştê li wir hatiye qewmandin helbet ê bandora xwe li jiyana  sûriyan bike, tevî ku gelê tirkiyê ne yek helwest bûn, ji ber hinekan bi şahî û hina bi şînê rojên dengdanê  derbaskirin, lê li ba piran ji neşteciyên sûrî rojên sermestiyê bûn, lê hîn tewr girîng bû li ba  wan dengên qedexe kirî ji gelê rojava, çimkî bi hivîne ku rewşa cîrana bandora xwe li ser desthilata demkî bike, ji ber tîrêjên dûr pir cara tîna xwe fereh digere û tiştên nêzîk li pêşiya mirov zelaldike.
Û wek tê dizanîn û hate xuyakirin  ku bi coşeke mezin gel û dewleta turkiyê hilbjartinên xwe bi dawî anîn, û rastî û nerastiya partiyan jî derketin holê, Lewra dibê wan bûyerên ku li seranserî turkiyê hatine qewmandin di wan rojên borî de, bibin babet ji kurdan re û bi taybet ji kurdên sûriyê re,  ne tenê ji bo em fêrî sinciyên demokratiyê bibin,  çimkî ji bo wê hîn ti xebat nehatiye li darxistin,  ji aliyê berpirsên rêveberiyên kantona, lê a girîng ku ew kesên ku bi deh salan bi silogana guhê milet çirandine carekê wern vegijgijandin, û carekê ji hevok û  çanda siloganiyê dagerin, ji ber tîkoşîn ne bi peyv û surûda ye û di riya amûrên raghandinê de tê avakirin, têkoşîn dibê di nav gel û civakê  de bê, ne  tenê li serê çîya û ne jî di rojname û telfezyonan de were amadekirin,  çimkê endamên “p y d” heya vê demê bi ava sawêr û xweheziyê têne perwerdekirin,  û ger çiqasî  şaştiyên wan ji wan re werin nîşankirin ew bi carekê bawer nakin, çimkî nîrê partîtiyê û ramanên partîtiyê ew kûr kirine di xêza sîyasetê de.
helbet sindoqên dengdanê carna dermane, çimkî sindoq pir xweş partiya rût û cîblaq dike, û ew tenê vir û vût û karê endam û  regez û sekretêrêd partiya aşkeredikê.

 Û Bi rastî kurdên sûriyê ji ber serencamên hilbjartnia li turkiyê fedî kirin, ji ber ku hestên wanî netewî bê pesin gelekî bilintire ji wan kesên ku jimara xwe li dor 30 milyona ye, sûriya fedî kir, lê rûwê wan xwediyên piroblêmê ma mina berê û tewr rengê xwe jî nehat guhartin, piştî derketina encamên dengdanê li seranserî turkiyê, û bi destxistina ak partî ( partîyê erdoxan) heft parîzgehên tên nasîn ku bajarên kurda ne, vêyî ku em behsa bajarên mezin wek( istenbol, anqera, ezmîr)ê bikin, bi rastî ew bûyer dihêlê ku mirovê kurd kûr gul  nava xwe nê û pir poşman li xwe vegerê, û dest bi pirsên serê xwe bikê, tabî ji xwe bipirsê wek kesekî kurd, û bi hêrs pipêjê:  gelo ma ev piropogenda ji deh salan de dest pêkirîye û hîn jî ne hatiye rawestandin, çiqasî ji rastiyê têde hebû û hîn tê heye, ji ber li gorî axaftinên wan gereke kurd li turkiyê bibana hêza sereke, bikêmanî  li herêmên kurda, lê mixabin wek hêza ku li dawiya tabûrên siyasî hatin dîtin, çimkî heger tenê xwediyên pakrewanên ku ji bo welêt hatine cangorîkirin dengê xwe dabana partiyên kurda li turkiyê, dîsa ê ji niha pirtir deng banîna û pir şarederî bi dest xistana, lê mixabin hate xuyakirin ku partiyên kurda li turkiyê ti xebatî hêja nekirine li gorî tê xwestin, ne di warê civakî an xizmetî de û nejî di warê siyasî de, bi taybet di bajarên mezin da, heya  karibana gelê xwe bi ser xuva banîna, û  ti karî balkêş pêşkêş nekirine, ji ber ku qisweta jiyana milet hîn nekirine barê xwe,  tenê ew bi jiyana serokekî mijûlbûne, jiyana serok, mandina serok, rabûn rûniştina serok, ew li ba wan girîngtir bû ji paşeroj û jiyana miletkî bi tevde , û pirsa mezin ewe ku gava welatikî bi hezaran qurbanî dane û tola wan cangoriyan bi hilbijartinê nehat vedan, ma ê bi çi rengî  yê were vedan, û giyanê wan çawa yê bi rihetî li ser asîmanê welêt re bigerê, û eger li vê cîwarî ku li her bostekî pakrewanek têde hatiye veşartin, û partiyên ku xwe dibînin pêşeng tiştekî hêja bi ser nexisetin, ma ê li rojava çi bi serxin heger wek turkiyê hinekî aştî û dîmkrasî hebê, çimkî di koşika xwe de ti serkeftinên bi rûmet berçavnkirin, ma ê li şaxên dî bi çi awayî biserkevin, ger ne bi destê zorê bê, hilbjartina turkiyê ne tenê mijara bi destxistina postên şaredariyaye ew ezmûnenk serekeye ji wan partiyên xwe pêşng dibînin û kesî jî zû zû qebûlnakin û li hember xwe nabînin,  û wek berazê ykane xwe tim dajo pêş ne ji bo xizmetekî hêja bike, lê mixabin ya ji bo mafê kesên din di zikê xwe de daqirtînê ya jî hebûna wan qedexe bikê, hilbijartina li turkiyê rastî û nerastiya tevgera kurd xuyakir, û pir welatî dipirsin û rûwê pirsên xwe ber rêvebriya demkî ne, û dibêjin heger maka we bi vê lewaziyê hata xuyakirin, tevî top û tiving û gerilayên xwe,û ger di cihê ku jimara ku bi milyonan kurd lê wan nikarî tiştkî oflaz çêkira, ma hûnê di van giravan de an kantonan de çi pêşkêş bikin, vêyî çandina çanda ku ne bi dil xweşî herdem tête avdan, lê mixabin tenê bi desthilatdariyê rojaneyên xwe li rûwê welêt tomardikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…