Qeyrana Sûrî û Nebûna Çareseriyê

  Salar Salih

Berî sê salan şoreşa Sûriyê vêket,destpêkê di rengê xwepêşindanên aştiyane de lê piştî şeş mehan ber bi çekdarîkirinê ve çû û xaka Sûrî bû cihê şerekî navxweyî tund û dijwar di navbera hêzên opozisyona Sûrî û hêzên Rêjîmê de,herweha gelek hêzên tundrew ji derveyî Sûrî tevlî nava vî şerî bûn li ser bingehek tîreyî ku şerê sunna û şî`a yê berî 1300 salî li ser desthilata cîhana Islamî vegerandin,bi vî awayî ziyanek mezin gihişt miletê Sûrî û bi melyonan kes derbider bûn û neçarbûn dev ji bajarên xwe biqerin piştî ku ew bajar bûne qadên cengê û avahî herifîn.
piştî sê salan ji şerê navxweyî tu çareseriyek guncaw ji qeyrana Sûrî re hîn ne diyar e, nexasim piştî têkçûna kongirê Cinêv 2 ku herdû layin Rêjîm û Hemahengiya rikberiyê negihiştin ti rêkeftinê bo rawestandina şer û pêkanîna hikûmetek veguhêz.
di baweriya min de ev kongir biserneket jiber ku Rêjîm hîn ew layinê herî xurt e li ser xaka Sûrî û piraniya parêzgehên Sûrya hîn di bin kontrola wî de ne,taybet bajarên serekî û paytext digel piştgiriya Rûsiya û Îranê ya serbazî  ji Rêjîmê re,Rêjîm ti çareseriyên siyasî napejirîne û dê çareseriya ewlehî ji qeyranê re berdewam bike û şer ranawestîne ji ber ku ew layinê xurte li ser xakê û hêzên Artêşa Azad lawaz in û ji hevdû ketî ne,bi vî şêweyî dê qeyrana Sûrî berdewam bike ta demek bêsînor, heybe 10 salên dîtir an kêmtir an pirtir,eger ku rewşa hêzan li ser xakê bi vî awayî berdewam bike û Rêjîm bimîne serketî,û ti çareseriyên siyasî nayên çespandin li ser xakê eger guhartinên diyar di terazûyê hêzan de li ser xakê di navbera hêzên Rêjîmê û yên opozisyonê de çê nebin.    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...