Hilbijartinên Tirkiye

Şahoz Haco

Hilbijartinên Tirkiye deriyekî nû li pêşiye doza kurdan dikare veke eger kurd zanibin çawa bi encamên vê hilbijatinê re bidin û bistînin. AKP 45,5% ji dengan bi dest xwe ve anîne, ev jî dike ku AKP bibe partiye sereke di Tirkiye de, helbet mezin bûna hêza AKP û qels bûna partiyên din rewşek nû tîne nav siyasete welat, kurd jî dikarin ji vê rewşê qizincan derxînin û bidestxin.
Partiye kurdan BDP, bi tenê 4 % ji dengan bi dest xwe ve anî, ev mirov ta radeyekê  xemgîn dike, ji ber ku bawerî wilo bû ku kurd gereke vê carê pir dengan bidestxin lê wisa çênebû, mixabin van hilbijartinan wisa diyar kir ku kurdên bakur jî wek hemî xelkên welat ji siyaseta Receb Teyib Ardogan razî ne, ji ber ku di hilbijartinan de gelek ji dengên kurdan li Kurdistanê ji bo AKP hatine dan.
Hijmara Kurdan geleke li kurdistana bakur, lê bêtirê wan di çerçoveye polîtîka Tirkî de dixebitin û mijûl dibin, pirsgirika wan a netewî wisa xuye ye ku ne estenge ji wan re ku di nav partiyên tirkî de bixebitin, ev jî tê wateye ku pirsa netewî ji gelek kurdan re ne di rêza sereke de ye, bêtirê wan wek geleke din ji miletê Tirkiye hîn di bin bandora siyasete kevin ya welat de ne û wisa dixuye ku AKP ev yek baş tê gihiştiye û bi duristiye xwe di warê aborî de û pêşxistine civakî de wek partî qizincan dike û bi zanebûn tişt êxistine bin xezmet û berjewendiyên xwe de, AKP wek partiyek xwedî proje di warê aborî de guherandinên ber biçav di welat de kirine, helbet kurd jî wek miletekî bindest ku di bin zordariyek mezin de bûn  ji siyasete AKP ne bê parin, vê yekê derî li ber gelek tiştan vekir û bi taybetî hewldanên AKP di warê çareserkirina pirsgirêka kurdan kir ku kurd bi awayekî din nêzîkî wan bibin, weke ku diyare jî birastî AKP gavin mezin di vî warî de avêtine û pêvajoye aşîtîyê yek ji wan gava ye ku hîn berdewame ne hatiye rawestandin,  hîn daxwaz jî heye ku ev pêvajo biserkeve, birastî em wek kurd pêwistiye me bi vê pêvajoyê pir mezine bi teybetî piştî van hilbijartinan pêwistiye me ji berê hîn bêtire ji ya AKP ji bo pêşxistin û pêşveçûna vê pêvajoyê. Kurdên bakur nema dikarin bi şer pirsgirêkên xwe çareser bikin,  merc êdî ji şere nema ye, bi tenê bi riya siyaset, berrevanî û bergirîyê de kurd dikarin pirsgirêka xwe ya netewî gav bi gav pêşxin û qizincan bi destxin.
Serokê herêma Kurdistanê berêz Mesûd berzanî di çûna xwe ya Amedê de xwest ku kurd û dewlet êdî bi awakî nû tevlî pêvajoye aşîtîyê bibin, berêz Mesûd di axavtina xwe de got ku: “Wextê avakirina dîrokek nû hatiye. Edî wext, wextê bi hev re jînê ye. Em dikarin bi riya bi hev re jînê, gelê xwe bigihînin rojên bextewar. Şer hatin ceribandin. Tu kesê ji şer xêr nedît”. Berêz Mesûd hêvî dikir ku êdî kurd û tirk nema hevûdu bikujin.
Eger mirov li dîmen û wêneyê rojhilata navîn temaşe bike, bawir dikim ku kurd û tirk bi hev re dikarin xwedî rolek pir giring û baş bin, Hevgirtina gelê Tirk û Kurd pir giring e, her dû gel bihev re dikarin gelek tiştên baş ji bo herêmê pêşkêş bikin û biguherin û berê vê herêmê bidin aliyê rast ji bo qizincan ji herdû gelan re û ji bo gelên herêmê re jî.
Ev proses gelek caran şikestîye û dîsa nû bûye, pêwîste ku herdû alî bi xebitin ji bo ku gav werin avêtin û pêwîste jî ku rewşenbîr û nivîskar yên herdû gelan bi awakî erênî pêşwazî û piştgêriyê ji bo vê prosesê bikin.
Pewîstî bi kesên bispor û hişmend heye ku karibin diyalogê bi dewletê re berdewm bikin, pêwîste ku PKK êdî van kesan tevlî prosesê bike, hema yek beryar û yek dîtin nema dikare serdestiyê bike.
Kurd nêzîkî 20% ji miletê Tirkiye ne, mixabin bi tenê 4% ji dengan tînin ev yek gereke ku siyasetmedarên kurd bike nav metirsiyek mezin de, pir pêwîste ku tevgera kurdan lêvegerekê ji rewşa xwe re bike û beryarên wêrek û miranî di derbarê siyaseta xwe de bike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…