Seydayê Tîrêj li Qamişlo hat bibîranîn..

Qamişlo (welatê me) : Bi helkefta diwanzdemîn sal ku li ser koçkirina hîmê helbesta kurdî ya resen seydayê Tîrêj re, û bo roja helbestê ya cîhanî re, duh şemiyê 22/3/2014 an li bajarê Qamişlo û di bin sêwana Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûrya, mehrecanek helbestî hat lidar xistin.

Di serî de bi xêr hatina mihvanan ji hêla helbestvan Ehmed bavê Alan û  helbestvan Narîn Metînî hat kirin, û gotina Yekîtiya Nivîskarên kurd – Sûrya- ji hêla Dilawerê Zengî ve “Serokê Yekîtiya Nivîsakrên kurd ” hat xwendin.
 Piştî gotina Yekîtiya Nivîskaran helbest ji hêla helbestvanên ku beşdar bûyî ji hemû şaxên Yekîtiya Nivîskaran hatin xwendin, ew helbestvan ev bûn:
Şehnaz Şêxe
Ferhad Içmo
Salihê Heydo
Mahîn Şêxanî
Ciwanê Evdal
Bavê Helbest
Wecîha Ebdulrehman
Xalid Umer
Lazgîn Dêrûnî
Dilbirîn bavê Xalid
Gulal Kasanî
Hemze Cengo
Ibrahîm Qasim
Dariyos Darî
Bextreş Koçer
Haşim Şêx Zahir
Nûşîn Bêcirmanî

Û di nav bera ku helbest dihatin xwendin navberên mozîkê jî hebûn, hunermendên ku beşdarî vê mehrecanê bûn ev bûn:

Hunermend Se`ed Ferso
Hunermend Şeyda
Hunermend Şivan Temo
Helbestvan û hunermend Qasim Mer`îka

Berî ku ev mehrecan bi dawî bibe, helbestvanek û du hunermend hatin xelat kirin ew jî ev bûn:
Xelata Seydayê Tîrêj ji hêla Dilawerê Zengê ve, diyarî helbestvan Taha Xelîl bû. Piştî ku Taha Xelîl xelata xwe wergirt, axivî û got: “Ez spasiya we dikim ku ez hatim xelat kirin ji hêla Yekîtiya Nivîskarên kurd ve, û nemaze ku xelat ya Seydayê Tîrêj e.
Hunermend Se`ed Ferso ji hêla Mamoste Luqman Yûsif ve endamê komîta birêvebir ya Yekîtiya Nivîskarên kurd, hat xelat kirin.
Hunermend Şeyda ji hêla mamoste Mihemed Şêxo ve endamê komîta birêvebir ya Yekîtiya Nivîskarên kurd hat xelat kirin.
Di dawî de xwenasîn di navbera helbestvanan de çêbû, û pir wêne jî hatin kişandin, em jî ji mihvanê malpera xwe re hinek ji wan wêneyan diweşînin..

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…