Sipas kak Mesûd Barzanî

Salar Salih

Ji bajarê Hesekê, ji rojavayî kurdistan ( kurdistana Sûrî ),bi navê xwe, ez nameyek sipasiyê ji berêz kak Mesûd Barzanî re ( serokê herêma Kurdistana Iraq a fîdral ) rêdikim, sipasiyek ji dil kak Mesûd Barzanî :

·  Sipas bo we penaberên kurd ji rojavayî Kurdistan himbêz kirin, wekû ku li welatê xwe û di nav xelk û birayên xwe de dijîn, û hemû pêdivêyên jiyana birûmet û karguzarî we ji wan re peyda kirin,herweha derfetên kar derveyî kampan we li ber wan vekirin, nexasim serdana we bo kampên penaberên kurdên Rojavayî Kurdistan wek birayekî mezin cihê dilxweşiyê û razîbûnê bû li nik penaberan, sipas bo we kurdên rojavayî Kurdistan ji derbideriyê û birçîbûnê parast.
·  Sipas bo bizav û hewldanên we bo parastina yekîtiya miletê kurd û yekrêziya hêzên siyasî yên kurd li rojavayî Kurdistan û dûrxistina şerê birakujî ( şerê kurdî – kurdî),ku jibo vê mebestê Encûmena Niştîmanî a Kurd li Sûrya û Mecilsa Gel li Rojavayê Kurdistanê bi hevre peymana Hewlêrê (1) imzekirin û Desteya Bilind a Kurd hate damezirandin bi serperiştiya kak Mesûd Barzanî yê ku piştgiriya vê gava pîroz kir û hertim ew piştgirê yekîtiya hêzên siyasî yên kurd li Rojavayê Kurdistanê bû, herweha piştî ku navkokî di navbera herdû encûmenên kurdî de derketin, dîsa pêşwaziya Encûmena Niştîmanî a Kurd li Sûrya û Mecilsa Gel li Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistana Iraqê kir, û di encamê de rêkeftina Hewlêr (2) hat ragihandin ku hinek xal cihê navkokiyê di navbera herdû encûmenan de hatin çareserkirin.
· Sipas bo we ku hemû têkiliyên xwe yên siyasî û diplomasî bi dewletên mezin re (Amêrka – Rûsya – fransa – birîtanya – Elmanya ………. ) xistin bin xizmeta pirsa kurdî li Rojavayî Kurdistan û çareserkirina wê, ku bi van bizavên we pirsa kurdî rengê navnetewî stand û bû beşeke serekî ji pirsa Sûrî bigiştî û di encamê de nûnerên Encûmena Niştîmanî a Kurd li Sûrya di nav şanda rikberiyê de li kongirê Cinêv 2 amade bûn wek nûnerên gelê kurd li Rojavayî Kurdistan,ku pirsa kurdî li Sûrî ket rojeva kongirê Cinêv 2 wek pirsek serekî pêwîstî çareserkirinê ye di Sûriya paşerojê de,digel ku kak  Mesûd Barzanî roleke giring lîst di tevlêbûna Encûmena Niştîmanî a Kurd li Sûrya bo Hemahengiya Niştîmanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, wê gavê jî tekezkir ku gelê kurd li Rojavayî Kurdistan beşeke ji Şoreşa Sûrî a ku 15 meha avdarê sala 2011an destpêkir,ku gelê sûrî bigiştî azadî û rûmeta xwe xwest.
·  Sipas bo we hebûna Kurd û Kurdistan parast, bo we herêma Kurdistana Iraq a fîdral ( başûrî Kurdistan ) kiriye jimareke giring di siyaseta herêmî û navnetewî de,ku hemû dewletên derdorê û dewletên cîhanê bi rêzgirtinek mezin reftarê li gel wê dikin,û projeyê Kurdistana serbixwe û azad ji xewnekê bû temezek ( rastîyek ) dê bi demê re pêk bê.
Di dûmahîka vê nameyê de ji berêz kak Mesûd Barzanî re ( serokê herêma Kurdistana Iraq a fîdral ), Mesûd Barzanî wek pêşmerge û xebatkar di ber mafên miletê xwe de yên rewa û di ber hebûna miletê kurd de li ser xaka xwe ya dîrokî , xaka bav û bavpîran, ew simboleke kurdperweriyê ye,wek Mahatma Xandî, wek Nêlson Mandêla, kesên ku jiyana xwe terxanî pirsa miletê xwe kirin û berevanî di ber sergehên xwe de kirin.
Salar Salih

Razgirê şaxê Hesekê Y.N.K-S

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…