Qamişlo

Mihemedê Seyid Husên

Her sibeh hest dibim ku şarê Qamişlo di nêv seqa û mercên taristanê de, li ber gurra baroveyên kîndar kêlekê ji keçkaniya xwe wenda dikî, reqreqa cezmeyên zînatkaran li kolanên wê, li gel kurtepista felaket û berbatên kesanedî, zergernejîna guranxaneyê bi kîna tundutûjiyê bêhna wê çikandine, bi kerafiya jehra maran temenê wê yê rewal belqitandine, çeyisîna şevnemê ji ser kulîlkê wê daweşandine, û sitêrka ku me her êvar çavdêriya hilatina wê dikir nema xuya dibî.
  Qamişlo takrîhana ku di tehtê de şîn hatiye, bi xunava çemê ceqceq temenê xwe avdaye, bi daseke evsaneyî paleya zexeliyê ji ziman û zemîna xwe kiriye, lê mixabin hêj aşê çavnebarên noker dest û lingên wê bi saxî dihêrin, yarîgeh, gulîzar û gasînên wê girevtar û mangirtî mane, xaka çandinî û avdêranê lê kirine tiraf, hîç ne mîna heyamên berê  karxezal ji serê kaniyê avê vedixun, bajar bi şênewarên xwe giştî ve bûye qurbana ejdehakê bedkar, lê hema qada wê ya pîtdan her baranê dixwazî, tenha ji bo ku berbang şevnemê li nêrgizê bibarînin.
    
Komara Çîk ..12-3-2014
gorican2@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…