Qamişlo

Tengezarê Marînî

Ez vê helbestê bi boneya bîrhatina 12 Avdarê, serhildana rojavayê Kurdistanê, diyarî hemî shehîdên serhildanê û shehîdên berê û yên îro, ku di buyera teqîna terorîstane de, ya diltezîne ya Qamishlo de giyanê wan çû asîmanan. Her bi vê boneyê spasî hunermed Shîraz Çeto dikim, ku bi karê pêkanîna huneriya wê rabû. Bila giyanê shehîdên me zindi gesh be.
Qamişlo
Kevirên kînê derengmayîna te hişyarkir
Li xaka evînê sor sor belav bû.
Soregulên hêsirên dayîkan, 
lîlandina felekê guhên ezmên qulquland.
De lêxe berxê bavê mino lêxe
Dê lêxe siwarê min lêxe.
Ji çavên xezebê reşbaran dibare
û ji çavên te şevnem dibare, 
welatê min avdide,
Darên azadiyê bel dibin, disitrênin 
“Welatê me Kurdistan e
Cih û meskenê kurdan e
Her mêrekî bi sed mêran e”
Tuxûbên tirsnakan, teng bûn, 
tuxûbên te berbi asoyên vekirî ve, 
gulzarên xwe hilokirin.
Kaniyek ji ava serhildanê bi jor jor ve hildikişe.
Tu tê pakrewanê min û bang dikî :
Va li vir im, zindî me, we zindî dikim, 
zindîbûnê bi xwe re radikim 
û we bi xwe re dispêrim zindîbûnê, 
li ser zindîstana evînê bi hev re dibêjin:
“Ey şehîd şehîd
Şehîd tu namirî, şehîd tu namirî »
Siwarê min, 
te pencer li me vekirin, şevên dirêj birrîn, 
bi roniya bajarê evînê, 
serî li Mehabad, 
Hewlêr, 
Sulêmanî û 
Amedê dan.
Deng hat, bilind bû bangkir:
„Kurdistan çar parçe ye
Qamişlo Helbeçe ye“

Kurdaxa min bi hawarê ve hat, 
Mizgîn der bû Mezgîn hilat, 
Mizgîn bûka Kurdistan,
bisk û berbiskên xwe şehkirin, berdan, 
ji bo xatirê te Qamişlo, 
kirin nêrdewana evîneke nemir, 
çavên mêrxansan pê melhemkir sûnda xwe xwar:
« Yan Kurdistan yan neman“
Çavkaniyên xewnên te dipeqin, dipijiqin,
serê sirûdên me dixemilênin.
Hêsira min a pêşî hingifte jêrzemîna kenê te, 
bendîxanên reş te ronîkirin.
Dastanên qehremaniyê 
ji ser girnijîna lêvên te bar nakin.
Çilmisîna te bi cegerdariyê mişt bû, 
reşgirêdanên dayîkan kesk vedan.
Te em hînî nexatirxwestinê kirin û bang kir:
“Min divê her tim bilind be
ala rengîn kesk û zer”
Ewrên miştduman te belawela kirin, 
bi evîna xwe a ji matayînê, 
perengên dilê me bi kulîkan giyandarkir. 
Robarên me, îro zelal in, ji velerizînê, 
gulgenimên peyvê ji newrôzên Adiyan re amade dikin.
Hawara te, 
çarçirayên vemirtî vêxistin, 
Qele û minareyên ji hişketî saxkirin, 
Ameda bedenkirî bi hêrzkir, 
Dêrsîm li dengê Seyid Rîza zivirand, 
Pîran mû bi mû sipî xemiland.
Te Kobana minî delal ji silava xwe qet bêpar nehişt, 
rengê agir, di sînema Amûdê de, 
te vegerande sipî û te qîr da:
“ Kurdistan yekparçe ye,
Qamişlo Helebçe ye”
13.03.2004

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...