BEHÎNAME

Girûpa Hesekê ya rewşenbîriya kurdî

Di roja şemî de 24 – 2 – 2007 an de , li bajarê Hesekê şevbuhêrkek helbestî ji helbestvanê hêja re (Mehmûd Badilî)re li darxist , li ser dîwana wî ya diwemîn ya bi navê (Nexşên Dînîtîyê)
Di despêka şevbuhêrkê de , mamosta Seyfidîn Qadirî bixêr hatinek li helbestvan û rewşenbîrên ku amada bibûn kir
piştre em kêlîkek bêdeng rawestiyan li canê pakrewanê Kurd û Kurdistanê û bi taybetî yên 12 avdarê , dûvre mamosta Mişel ê Osman (bavê Nisrîn) kurtejiyana helbestvan pêşkêşkir..
Mehmûd Badilî kurê Hisênê Hemê Xatê ye ,ji herêma Dirbêsiyê ye sala 1973 an ji dayik bûye ,xwendina xwe li zangoya Şamê temam kirî ye(diploma şiyandinî perwerdeyî)
Niha li bajarê Hesekê rûniştiye , û li yek ji dibistanê wê di warê rêberiya saykolojî – perwerdeyî de kar dike.
Ji berhemên wî:
1- Şêlûbêla Bêdengiyê 2004  (helbest)
2- Nexşên Dînîtîyê 2006  (helbest)
  – Gotaran bi zimanê kurdî û erebî di warê saykolojî – perwerdeyî û wêjeyî de , dinivîsîne û di govarên kurdî de belav dike , û di hin malperên kurdî de.
Piştre helbesvan M.Badilî çend helbest ji dîwana (Nexşên Dînîtîyê) xwend , û deriyê gengeşê vebû hem li ser helbestên wî û hem li ser rewşa toreyê û helbestê bi taybetî.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…