Salyadiya yekem ya koça helbestvanê afrêner gorbihuştî Arşevê Oskan

Mihemedê Seyid Husên

Gelo bi kîjan zimanî ezê lêborînê ji giyanê te yê pakîza bixwazim, bi kîjan zaravî ezê nefretê bidime jiyana bêganeyê, bi kîjan dermanî ezê jana birînê bihêwişînim, bi xîmava kîjan pênûsa girevtar, bi xunava kîjan dilê evîndar, ezê navnîşana helbestê binimînim, bi kîjan yasayên xweristiyane ezê henasên şînenîgeriyê bi gernejîna gulvedayî wergerînim, bi kîjan kelbetanî ezê reg û rîçalên penceşêrê ji kokê ve helqetînin, bi kîjan goraniyê ezê razên hogirîna şeyda, li ber sîtava yadîwerên gorbihuştî binuhirînim.
     Herwiha ezê di vê bêganeya dûrî destan û cankuj de, bi diwêta kîjan destaneyan, bi hestiyên kîjan evsaneyan, ezê navdariya kargoriyên bavê Eyaz bo kurdeariyê bipesinînim, heweku givalekên ewrên Ewropayê di pencereyê re, weke bangewaziyên  min di sergerdanê de eware diçin û tên, tanî bi alal û nisrînan gazî û fîxanan didine rokê, tenha ku hêlecana mirinê bi derengî bixîne.

    Erê birawo: ji mêj ve min li şahiya stiranê guhdarî nekiriye, min katijmêra hevgehînê jî tucar jibîr nekiriye, tenha min ji peyala zergeşê azirîna îşkenceyê vexwariye, min ji hevgariyên jiyanê kêferata koça gorbihuştî di dilê xwe de çandiye, xwzaneyên baskokirî bi omîdên terqiyayî re binax kiriye, li dûv heman rêwingiya bêveger peyva çêjer li min bûye qijok, û gula keskusorê li ber çavên min bûye qiraka reş, herweku bêyî bîranînên bavê Neyaz sawa tenayî min dirapêçe, û resenwarê xoşewîst li min jî wêran bûye.

    Li gel yekemîn salyadiya biradostê xoşewîst gorbihuştî Arşevê Oskan bavê Ehmed, hewl didim ku li asoyên rojhilatê li ber sawêrên gernejîna çaklewend şad û kamîran bijîm, hîç naxwazim kesek bilî nîgaşên yadîgarên wî hêmeniya min nikder bikin, wilo bi saxî gorê li min jî teng bikin, hîç naxwazim kabûsê xewnê ji xayiz ve, min ji nêv hetavên levbaniya paşmayên wî dûr bikin.

    Loma seraqet hewl didim ku gilî û gazinan, bi awazên helbestiyane biguherim, kul û derdên bêrîkirinê bi şengehevokên berhemên wî yên êşenas darman bikim, û  navnîşana hezîna wî tenha li beyar û zeviyên Bîrkinêzê libabikim, û xweristiya jiyanê weku afiriye pêre biparvekim, katijmêra ku li ser eniya min jî tomar bûye tê de xatir bixwazim.
 
    Gorbihuştiyê hêja Arşevê Oskan: bawer bike hêj diyardeyên nexşeya rûyê te di ristesziya helbestê de dixwînim, li nav baxên gulzaran di landika evînê de dilorînim, nexşeya kurdisatnê li ser kêla gora te dimeşiqînim, di kevalên zêrîn de te di navrista nemiran de li ser singa xwe datînim, hîna kurtepista te, sêpil û pêjna piyên te, deng, reng, û dîmenê te yê çaklewendiyane dipelînim, ji kuç û kolanên Dirbêsiyê hêj nehatine birrin, hîna awazên wê şevê û stirana ku tu negihabû gotinên wê çaksaztir wergerînî di guhên min de dixixulînî.
 
    Pirê caran min raz ji çavên te xwendine, herweku rêwingiya şevê wêneyê her tiştî diguhere, lê hema her ezê li ser rêya evîna te, şabaşan di pesnê te de sedbare bibêjim, ji xweber wisa bi şêweyekî awîne navê te li ser zimanê mine, min ewqas tabî û çeperên kûr hilgavtine, min beybaneyên seravî qirikziwa derbas kirine, li gel derfetên kêmpeyda ji ezmûneya tekoşiyar û hozananên mîna te, hest tenik, geşbîr û newazîpak, dûrbîn û niştemanperwer, kurdyar û netewhez, min jena bizavê radest kiriye, kop, lat û zinarên çiyarêzan, kelat, xuram û derya, berbat û hevgarî bo kilê çavên reşbelek bi aramî pê û gavkirine.

    Mixabin keko: sitêrka ku me her êvar çavdêriya hilatina wê dikir nema xuya dibî, naxwe ku qada pîtdan timî baranê dixwazî, tenha ji bo ku berbang şevnemê li nêrgizê bibarînî, dêmeku tu jî bo min bûye stiraneke destaneyî, wilo jî ristesazên te li ser lêvên dengbêjan, li ser eniya me her maye birûskek ji evsaneyan, maye xaleke ronîdar li ser tilîkan, keziyeke veçirî li ser milê helbestê, û bi heman tîrêjên evsaneyî em dê tarîewrên ku mîna ziyayê maran xwe li newqa te rapêçabûn biferikînin, weku te jî ji navgîna hevgarî û xemgîniyan berê xwe dabû kêliyeke tenahî û şadumanî…zorsipas.
 
   Zindarî bo helbestvanê hêja xwedê jêxweş Areşevê Oskan.
    Sersaxî û aramîya hevaljiyana gorbihuştî Leyla xanim û zariwên wan Eyaz, Neyaz û Ehmed, li gel xûşk û bira û malbata Oskan bi giştî dixwazim.

komara Çîk 5-1-2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…