Kund û wêran gund

Xelîl kalo

Navên ciwanin li gundên wêranin kurdo .û her xirab gundekî me kundekî bê qudoş lê dixwîne  ,ma gelo haja te ji te heye û tu vê rastiyê di zane….??  di rastiyê de eve rewşa çivaka meye îro,çi di warê siyasî de yan di warê rewşenbîrî de. Bere kes nebêje ku maleke ava di nava gudekî de heb-eger maleke wusa hebe- nayê wê wateyê ku ew gund avaye yan bixêre û saxleme. niha mirov dikare bibêje li gorî rewşa giştî ku eve jî rewşa tevgera meye siyasî ya îro.
anku rewşa siyasetê ji ya civakê ne paktir û çêtire,bi gotineke dîtir naku civak me li paşe û siyaset û rewşenbîrî li pêşe ,herdû bi halê hevin .niha ew rewş cihê seyr û sosretê ye ku her komek yan jî her çend mirovan kokilekî xerepoş binavê siyaseta netewî û kurdîtiyê ava kirine .bê bênin bîra xwe  ku tevgera gelan tevgereke komiye ,ne tekaneye û neya komikên biçûke . mafên gelê kurd tenê miletê kurd di kare bi cesipîne ne komikek li vir yan jî li wir.

Bere ti partiyên kurdan yan jî çi kombe bere bibe, ew bi xwe û tenha xwe nikare barê gelê kurd ragire û deyne ser milê xwe bê alîkarî û bizava gelêrî di nava tevgereke bi rêkûpêk de û birêxistineke mikum. Lê dema mirov li war û şûnwarê siyaseta me kurda meyzedike û tevgera niha jî li ser, ew şert û mercên serkeftinê mirov têde nabîne , ji ber lawazi û belavbûna hemû hêz û derfetên civakê nayên bi karanîn bo erkên netewî û hemû tişt tarûmarbûye,ew jî gelek sedemên xwe hene di serî de parçebûna fikir , çand û siyaseta kurdayeti.

Li meydan û sikaka kurdî gelek hêz , nav û kokilên xerepoş hene, dibe ku her yek bi tenha xwe karibe karekî bo xwe bike, anku bo partiya xwe bike ,lê dema gotin tê ser pêtiviyên civakê û mafên wê û bi teybet di warê netewî de , hemo bi hevre dixitimin û alozdibin , divirde pirgala wan tê işkerekirin , lawazi û ne rastiya xwe belî dikin ,bê ku kesek yan komek ji wane rojekê li xwe vegere û rêveçûna xwe ser rast bike .tim û tim û bê şermî her yek ji wan dibêje ez û ez û li ser qedera me di xwînin weke kundê şikêr û xirab cihan .ji ber vê yê jî mirov dikar bibêje kundê me pirin û kavilên  me hîn pirtirin ,xwedê alî karê tebe kurdo .

9.2.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…