Dewata li rojava

M. Hec Kebe

Bi rastî Divê ku carna mirov li xwe vegere, û destê xwe bavê bedena xwe, ku zanibe ma laşê wî li ba wîye, lê ew bi zîvrandina gavên bi lez re sersem bûye, Ji ber ku li meydanên walatê me peyalên serfiraziyê tên noşandin, û kernefalên siyasî  hîn berdewamin li kolanên bajarên me, bi boneye damezrandina rêveberiya herêmên çêkirî.

Ji ber buyere kantona girînge û girîngiya wê ewe ku karibû pirsgirêkin din li hevîrê  xaknîgara me zêde bike, herêmên ku dinav her yekê de bi sedan gav û gir û taxim û hêvî hene.
ma emê di ser pirên xewnan re bi hevgînin hevalno? ma pirsên bi çûk an mezin tucarî  nehatin bala we? berî çîmana we bi rê keve, ma kaniyên pirsa di dema hatina biryarê de tev hatibûn miçiqandin? ma emê bi çi rêkê wan her sê pariyên perçekirî bi hevxînin? û têkliyên rojane bi çi awayî  wê çareser bibin  û girêdana wan avahiyan yê bi çi rengî be? Û wek tê dizanîn ku derziyên we yên siyasî bi sedema helwestên we tev şikestî ne, ma ne pêwîsite ku gava mirov bixwaze pirojeyekê ava bike dive ku çarçuviyên wê kêlî bi kêlî xwandi be? û kûr lê mêze kiri be, û piroja xwe di çi warî de bê cewazî tuneye, ger piroje aborî be an çandî be  an ramyarî be, a girîng ku bîr û baweriyên xwe û nirînên xwe jî li ser wê projeyê zelal bin,  berî dest pê bike. ma gelo ev gavên bi lez û çapik ku birayên me di “PYD” de her demekî davêjin, ma berge heya ku mirov pê birame û xwandinek çak ji pirojeyên wan re çêbike, û ma kes ji wan amadeye ku bersivên gel bidin? li ser paşeroja kantonên dorpêçkirî ji hemî aliyan ve, ji ber ku hevalên delal ti dost nehêştine ku karibin bi hêsanî rojekî danostandinê vêre xortbikin. ma kanî ew gangaziya ku bihêle ew ne hewcedarên cîranên herêmên li dor xwebin, ew kantonên ku dûrî hev bi sed kîlomitra, ma ê çito destên xwe bi hevdin? û guftûgoya her sê beşan, ma ê di riya çi re çêbibe? û  wek tê dizanîn ku em hîn miletê tewir li şunin di rojhilata navîn de û bi taybet di warê  tiknolociyê de, û berge an derfet bi carekê tuneye ku em karibin hukometên bê têl ava bikin, çimkî ne di warê dewlemendiyê de em Karin bi wê rolî bilîzin û ne jî di warê mêjû de em zîrekin? Ma vêca çare çiya da em ji bablûska pirsan rêzgar bibin? çimkî wek tê xuyakirin ku xwediyên piroje bi encamên gavên xwe re mijûl nabin, ew di vê demê de bi xwe û rêveberia xwe şane, dawî ne di bala wan da ye, çimkî  gava mirov bi nerînên çvdêriyê li karê wan temaşekê wê bibîne ku avakirin û hilweşandin mîna hevin li ba wan, lewra bi dawiya kar û xebatên xwe ve ne girêdayî ne, ji ber  ku herdem leşkrên demê ne, leşkerên pêkanîna armancên dijminên xwe ne, lewra paşeroj ne girînge ji wan re, ew bokeyê îro ne li dewata rêveberiyên hatine li darxistin, li her sê kantonan de, dewat şêne û xwandî û vexwandî jî pirin, hinek bi rengê ala “PYD” şane, hinek jî bi xwardin û vexwardinê kêfxweşin, hin jî doza ku karibin ciyê xwe di hukometa “PYD”e da  ji pêre bigrin, hin jî hene matmayî mane ne zanin bi xwe dînbûne, ne jî zanin xelkê di govendê de dînbûne, û hîn jî dewat li her sê giravan berdewam e, lê heya kengî wê bidome, xwediyê dewatê bi xwe jî nizane, a zanê ku jê hate xwestin û ew jî  bi rihetî pê radibe, da biryara seknandnê were ewê zanibe ku raste dewata wî demkiye û yê demkî bimîne, çimkî çênabe dewat herdem li darketî be, û pêwîste ku bi dawî were, lê a herî ku mirov di êşîne di vê şahiyê de ew karê bazirganiya siyasiye, ew bazirganya ku welatekî bi tevahî bi xwe û semaya xwe ve girêdide, û dîlana xwe jî rehet digeîrne û dixweze  em jî bi dilxweşî an bi destê zorê  tev de beşdarbin di govenda li darxistî de, lê li gorî nerînên li ser zemînê û berjewndiyên navdewletî wê şahî bi dawî were, û wê guhartinê jî rojekê çêbibe, çimkî gera gerdûnê herdem li awê mere nayê, lê gelo ma wê hingê dema ku biriyara qedexekirina zemawndê were? û heya wê demê ciyê xwe bi dil xweşî di nav miletê xwe de negre, wê bi çi ruwî li xwe û gelê xwe rojekê mêzeke, dema ku li hawîr dorê bûn dûjmin û li hundir jî dost neman, ewê çawa berdewamke, û dema  ew hemî tişt li ba wan ne girîngbin, û rakirin û daketin jî  li ba wan mina hev be, ma felsefa wanî nuh ji paşerojê re çibe? da karibin piştî hilwaşandinê bi cilên nû xwe pêşkêş bikin?  da wê demê gel bi zexta pirsên zikê xwe karibe bê tirs û bi hêsanî bipirse û bibêje ma sedema rasteqîn ji vê gavên we yên bê pirsiyrî avêtine çêkirin bu, lê di ramanên we de berî avakirina demkî wêrankirin hebu?.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…