Bi Kurt Kurmancî Hizir û Bîra Azad

Konê Reş

Ji mêj ve ta roja îro, dîtin û çiloyîna “Hizra azad an pênûsa azad” di danûstandinê de hêj zelal ne bûye…
Di baweriya min de, ta ko nûbûn di jiyanê de hebe, ta ko mirovantî berdewam be, wê hizr û pênûsa azad di gengeşê û danûsatandinê de li ber xwe bidin..

 Wek ko diyar e, hizra azad an pênûsa azad ew e ko mirov di ramanên xwe de rastgo û duristûbêr be û ta ko mirov di ramanên xwe de weha be gerek tu qeyd û bend li dor nebin. Bi azadî karibe ji xwe re jiyaneke taybet helbijêre, bêyî ko hizr û ramanên xwe bi kotekî li ser bêne meşandin…
Heger neferek ji civatê di hizra xwe de azad be, û civata li dor ne li gor wê azadiyê be, li ber hizr û ramanên wî nekeve, ango di hizr û ramanên wî de ne gihêje, hingê hizr û ramanên wî neferê azad dibin barekî giran li ser milê wî neferê xwedî hizir û civata wî bi hevre. Hingê pêdeviye ko desthilatek hebe ta ko wê civatê li hev ragire.. Desthilatek bi yasa be, ko rêveberiya civatê bike û yasayên xwe li ser tev neferên civatê bimeşîne, da ko cemawer di çarçoveke yasayî de bi xêr û xweşî biparêze..
Heger em bên ser “pênûsên azad”, qunaxa giring ji hizra azad, ez ne bawerim ko pênûsek azad heye û ew pênûs ne di bin siya sansorê an terorê de ye, nexasim di welatên cîhana sisyan de. Di van welatan de sansor rola xwe dilîze, ji ber alozî û gengeşeyên azadî û demokratiyê û sansora ko heye polîtîkî ye bêtir ji civakî, ji ber ko desthilatên welatên cîgana sisiyan ji nivîskaran bi tirs in, her dem û gav sawa nivîskaran di dilê wan de ye. Vêca sansora rêjîmên wan welatan rola xwe dilîze û şert û mercê xwe ferz dike..û weha nivîskar bêçar e di bin siya terorê de dijîn, û ji bêçarebûn sansoreke kesayetî (zatî) li ser xwe û berhemên xwe datînin, da ko berehmên xwe ji sansorê biparêzin û derbas kin..!
Di baweriya min de, ev sansora zatî ko nivîskar li ser ramanên xwe datîne, ji sansorê dewletê xerabtire.. Ji ber ko, heger sansora dewletê perçeyekô ji nivîsandina nivîskarekî ko azad be, di nivîsandina xwe de, xetsor bike, nivîskar bi sansora xwe ya kesayetî (zatî) nivîsandina xwe tevî xetsor dike..
Nivîskarê azad, ew nivîskarê ko di hizr û ramanên xwe de zelal be, di nivîsandinên xwe de rastgo û mêr be, li navdariya, li ser pişta çend qedexeyên civakî negere..wek: êrîkirina li ser olê û hetîketiya bedena jinê..
Hizra azad, pênûsa azad, di zelalkirin û eşkerekirina şaş û xerabiyên civatê de ye. Ew şaşî û xerabiyên ko civat ji ber bendora wan paşketî maye..
Heger nivîskar mêr be, wê di nivîsandinên xwe de şerê wan şaşû û xerabiyên civatê bike, bê ko sansorê li ser xwe û berhemên xwe deyne. Gereke wan şaşiyan li cemawere raxîne ber çavan, da ko cemawer di ser wan şaşiyan biqevêze, li pişt xwe bihêle û hin bi hin ber bi xêr, xweşî û avakirinê de here..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya pirtûka «Pêkhateya Cihû Di Şaristanîya Rojava De» ya rexnegir û akademîsyenê Siûdî Dr. Se’ed El-Baze’î, bi wergera Şêxmûs Mihemed û Xalid Cemîl Mihemed, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya…

Tengezar Marînî

Nivîs mîna «tevneke Jibergirtinan»: Hevheyberî/Intertextuality û bîrdank a wêjeyî

Duyemîn bingeha teoriya Barthes têgeha nivîsê mîna «tevna jibergirtinan» e. Li R.B., tu nivîsek ji valahiyê nehatiye û serbixwe nayê afirandin. Her nivîs bi nivîsên din, tîtalên toreyî û sikalat û avahiyên wateyê yên civakî re têkildar e.

Barthes dibêje:

<p...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Rewşa Gıran A Kesê Bı Navê «K» Tê Nasîn» a nivîskarê Siûdî Ezîz Mihemed, bi wergera Xoşman Qado, weşand. Ev berhem bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyekê de ku armanc…

Dr. Mahmoud Abbas

Çawa Têgihiştina Hêzê Di Cîhanê Da Guherî?

Hêz di cîhana îro da êdî ne ew hêza berê ye. Di demên borî da, hêz bi piranî bi hejmara leşkeran, firehiya axê, mezinahiya çek û cebilxaneyê, û şiyana dewletê ya destgirtina rasterast li ser…