Li Kurdistanê tiştên min dîtin û yên min ne dîtin.

Luqman Yûsif

 Xewna min î berê bi cî hat ku min Kurdistan dît. Ew xewna ku bi min re mezin bû û bû bû kulek ji min re.Ew kula ku ez derbasî kurdistanê bibim û axa wê ya pîroz bînbikim,ew axa ku bi hizarên salan bi xwîna pakrewanan hatiye avdan û îro bi saya pêşmergên qehreman tê parastin.

Di destpêka derbasbûna min de ez rastî Ala rengîn hatim,ew ala ku di bilind cihekî de ber ba dibû û dida xwyakirin ku jê pê ve ti nîşan û sembolên Kurdistanê nînin !.
Piştî ez baş li bin siha wê rawesteham û min çavên xwe bi dîtina wê têrkirin min berê xwe da hindirwê welatê şêran,welatê Berzaniyê nemir,welatê zanyar,rewşenbîr û hunermendan,welatê aştî û azadiyê.
Di çûna xwe de min gelek tiştên cihê şehnaziyê dîtin û gelek tiştên dilsariyê û xemgîniyê jî.
Tiştên cihê şehnaziyê bûn ji min re gelek bûn,lê ez dikarim hinekan ji wan bibîrbînim: Di serî de desthilata di destê kurdan de .Ya dî sirûşta Kurdistanê ya ku xwe nûkiribû piştî wêrankirinê.Ji bilî evan herdwan, avakirina seranser ya ku dest pêbûye û bê rawestan berdewame.
Tiştên ku dilê min sarkirin ku avakirina bengihîn gelek qelse,wek nimûne: Navbera Dihok û Helebçe bi sedê kîlometraye û hîn kar û bar ji tirênê re ne bûye, yan jî damazirandina kompaniyeke basan ji rêwiyan re.Wekî dî
 min gelek kêmasî dîtin lê ez dixwazim çende giring ji wan bînim ziman:   
Ne avakirina fabrîqan û anîna alavên ku dikevine avabûna bengehîn de . Weke anîna pêdiviyên jiyanê ku ji welatên biyan derbasî Kurdistanê dibin û bihtirên wan pêdiviyan li wir peyda dibin. Ji ber ev dide xuyakirin û bandora xwe  li gelê Kurdistanê dike ku fêrî bêxîretiyê bike û bibe gelekî ne çalak mîna gelên kendava erebî.Ji bo ev metirsî bi dûr bikeve pêwîste dest hilata Kurdistanê bide ber çav  û hewl bide ku bi şêweyekî nûjen bi xebite ji bo Kurdistan bi gelê xwe ve mestirbibe di çavan de.
Ev çend têbînî ne ji bo rexnekirina desthilata Kurdistanê ne, lê belê tenê mîna kesekî xêrxwaz  ji vî welatê hêja re û bi hêviye ku bi mîne bi nav û deng û wêrankirin nema rêya xwe pêxe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...