Ji nexweşiyên hin Mêran û Civaka me bi taybetî eger di cihekî berpirsiyariyê de bin

  Ezîz Xemcivîn

1. Eger (Jinek) tenê ko Jin be anko (Mê) be. Û xwe kiriye, Nivîskar, an Helbestvan an Postnivîs … Çi dibe bila bibe… 
Eger di Post, Nivîs, an di SêwîPirtûka xwe de bibêje an nivîsandibe (Lanet li Bavê we bê, an li Xwedayê we bê) dibe bi dehan Weşanxaneyên kurdî bê ko bixwînin Pertûka wê jê re Çap bikin û dibe jî li dehan Mehrecan bê vexwendin… Dibe di nîv demjimarê de jî bi sedan (Like, Ecibandin) bibe ew nivîs… Yaho ev çi civat e ko em tê de dijîn?

2. Civata (Ecibandinan) ji xwe hinekî şerm bikin û eger yek ne nivîskar be (Mêr an Jin) û tiştekî nehêja binivîsîne. Ewê-î Rexne bikin û bibêjin tu (Lanetê li Wêjeyê jî tîne)….

3. Bazriganên Şoreşê, ji ser pişta Şoreşê dakevin… Ma ne hûn Kurtêlxur bûn û bi xêra evê Şoreşê û xwîna Mêrxasan hûn bûn Kedxur (Hin Dikin û hin dixwin)…

4. Darvekirina bi Gerefêtan ji 31 Berpirsiyarên (Welatfiroş) re li Rojavayê Kurdistanê gerek e…

5. Endamên (neberpirs) yaho li pey (rêberên) Partiyên xwe neçin, ew ji bo Kursî û Pereyan şerê xwebixwe dikin, hûn şerê birayên xwe nekin. Ewê têk biçin lê birayê we, ji sînga yek Dayikê we heman şîr vexwariye…

29.01.2014
Ezîz Xemcivîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…