Gendelî…!!!

Xelil kalo

Dema ku civakek di keve rewşeke aloz û paşketî de , bere mirov zanibe ku ew civak û bijartiyên wê ne li ser nirx û exlaxên resen yên xweyî çandî û mirovayetî dijîn .û di hemen demê de ew civak dûrî dema xwe dije .kurt û bê dirêjayî û divê dema  ku gelê kurd yên rojavayê  kurdistanê  di alozî û tevlîheviyeke bê wate dije . mirov di kare bibêje ku ew gel bê serûber û bê serdariyeke hemdemiye û hîna di rewşên kevne deye , û bijhartiyên wê ne xwedî armanc û insiyatifeke erênîne li gorî erkên netewî .û bi taybet divê pevajoya ku welatê sûrî têde dibûre .
digel ku hewqasî rêjîma desthilat lawaz bûye û meydana sûrî hate vikirin ji hemû hêzên xerab re , hîna civaka kurd û siyaseta wê ya netewî paşmayîye û parçkiriye bi destê bijartiyên civakê .

Di van hersên salên dawîde û di çarçoveya dewamkirina aloziya şerê ku li nava sûrî di qewime .heta roja îro siyaseta bi navê kurdayetiyê hîna ew gavên ku têne  xwestin nikariya bavêje .û her tim gaveke li pêşe û dido li paşin li gorî pîvanên serdemî  , herwekî ku ti buyêr di sûrî de na qewimine .bervajî ku her tişt li seranserî welat di live û xwedî bizaveke xurte.  li seran serî sûrî şer û cenga hebûn û tunebûnê ye .mixabin civaka kurdî di nava alozî û ezeziya xweyî partîtî de digevize û roj bi roj ber xerîbî û windakirina  ji armancên xweyî netewî û mirovayetî ve diçe .bê ku haya wê ji  meşa wêyî windabûnê hebe û ber paşerojeke ne diyar ve diçe.

Bê goman û bê hizireke kur û lê kolîneke dor û dirêj . mirov dikare bibêje ku civaka kurd bi hemo hêzên xweyê siyasî û bijartiyên xwe ve di gendeliyeke kûr de dijîn û berdewamin .mixabin dûrê nirxên xweyê civakî û çandî û nasnama xweyî netwî .pirsa ku li vir mirov dikare bike . gelo çi sedem û ho  hene ku bûne alîkarê vê encama ne erênî û aloz …..?  ,ku  çima em kurd mane parcekirî li vir û wir bê dispilîn , bê ku em xwe li hev bicivînin û roleke xort û xwedî armacên dirokî divê qunaxê de bileyzin,  di dema ku hemo şertên babetî alîkarbûn , me  kurda heta roja îro nikariye xwe ji kelepor û çanda kevneperist û ezeziya partîtî  û ji gendeliya serokatiya siyasî ya paşmayî demê rizgarkin.heta roja îro û ber bi demên pêşde ev gendelî wê berdewam bike .ji ber gelek sedeman û di serê wam de,  parcebûna çand û ramana civaka kurd li ser terwerên kurdistanî û parastina berjewndiyên partîtî û yên kesayetiyên serokên wan partiyan li ser hisabê maf û nierxên kurdwarî …kurd kurmancî : gendelî  li her derî şaxê xwe di vede .hingî jî wê encam ev be..

 20.1.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...