Kurd êdî giring in

Şahoz Haco

Pirsa kurdan îro bûye mijarek navendî û giring di herêma rojhilata navîn de, wek tê zanîn ku welatên herêmê ta demek nêzîk di nav hewl danên mezin de bûn ji bo ku pirsa kurdan di nav çerçeve sînorên dewletên xwe de bihêlin, astengên ku wan dewletan derdixistin diketin pêşîya pêşve çûn û gihiştine pirsgirêka kurdan, îro dewletên herêmê di nav tirsek mezin de ne û hewil didin ku ev pirs dîsa nekeve pergala navnetewî û rojeva cîhanê de.
Hewl danên wan ta radeyek mezin biser diketin, kurdan jî li hember planên wan li ber xwe didan û doza xwe kêm zêde li ser pîyan dihiştin. Ji şerê kendavê yê didwan û vir ve bandor û kontrola wan dewletan bi rengekî berçav ro bi ro kêmtir dibe û hêdî hêdî hêza wan qelstir û lawaztir dibe.
Rewşa herêmê bi gelemperî di nav guherandinên mezin de ye, herêm di nav keftûleftek dijwar û qûnaxek dîrokî re derbas dibe, rojhilata navîn di rewşek hestiyar û li hember rûdanên nû rû bi rû ye, şoreşên ku li welatên vê herêmê li darin wê gelek tiştên nûjen bi xwe re bînin.
Rewşa ku îro herêm di nav re derbas dibe, sedemên wê pirin. Sedema herî giring ya ku herêm êxistiye vê bê aramiyê û bêhedanîyê sitemkarî, zordarî û dîktatorîye van rejîmên tund e. Van rejîman bi dîtin û baweriyên xwe yên nijadperest, regezperest û şovînîst ev welat bi darê zorê birêve dibirin û rewş di nav bê ewlehî û asayîyê de tengav dikirin û di çewisandin.
Kurdan di nav sînorên van welatan de, ji demek dirêj ve qorbanî û fidakarîyên mezin dane û her dem xwestine ku rewşa xwe û rewşa dewrûberê xwe biguherênin, kurdan xebatên û kêferatên bêhempa û dûvdirêj kirine ji bo ku bibin xwedî bandor di herêmê de, eger mirov li dîroka tevgere kurdî vegere û temaşe bike wê mirov bi hêsanî bibîne ku kurdên her çar parçên Kurdistanê dema doza mafên xwe dikirin ji miletên serdest re jî ew maf dixwestin, wek nimûne li Kurdistana başûr partiyên kurdan digotin “otonomî ji kurdan re û demokratî ji Iraqê re”, her wisa dirûşmên wek vê li parçên din jî dihatin hildan û gotin.
Rewşa îro ya herêma rojhilata navîn dike ku welatên serdest yên cîhanê hedî hedî dîtinên nû li ser vê herêmê ava bikin. Hişyar bûna kurdan û berxwedana wan ya dûvdirêj dike ku nerîn û dîtinên wan hêzan di derbarê pirsa kurdan de jî werin guherandin û bi awirek nû li pirsa kurdan temaşe bikin û di derbarê wê de baweriyên nû jî werin ava kirin û pejirandin, helbet temaşa kirine van hêzên serdest bi awirek nû li pirsa kurdan pir giring e.
Bi baweriya min dûr bûna kurdan ji tud tûjîye îslama radîkal a ku li herêmê pir xort dibe, dike ku ev hêz bi rengekî berferihtir bi çarenûsa kurdan re mijûl bibin. Wisa xuya dike ku berjewendiyên wan welatan nêzîkî berjewendiyên kurdan dibin û dikevin yek cokê de, ji ber wê jî pir pêwîste ku kurd li ser şopa doza xwe bi awakî rewan û zîrek berdewam bin.
Bandora welatên rojava eger Amêrîka be yan jî Europa be di herêmê de kêm dibe û dijatîya wan pir dijwar dibe, ev jî helbet dikeve qizinc û coka kurdan de. Kurd wek miletekî resen yê vê herêmê her gav hatine bidûr xistin ji serperiştîya vê herêmê, lê wisa xuya dike ku rola kurdan di herêmê de ber bi guherndinên mezin de diçe, kurd jî êdî dibin leystikvan di nav siyaseta rojhilata navîn de.
Kurdistana başûr hin bi hin ber bi xewna damezirandina komarek demokratîk û federal ve diçe û kurdên vî parçî di nav çarçiveya siyasetek aqilmend û zîrek de dixebitin. Kurdistana başûr di demek pir kin de wek modelek nûjen, xwedî tolerans û demokrat xwe nîşan da di nav welatekî wek Îraqê tevlîhev û ji ber hev ketî. Kurdistana başûr di nav keftûlefta Iraqê de wek nimûne tê pejirandin ji bo gelê vî welatî, Iraqî bi hemî ol û netewayên xwe dixwazin wek gelê Kurdistanê xwedî maf û azad bin û hêvî dikin ku cî û deverên wan jî wek deverên kurdan aram bin. Kurdistana başûr gavên ber bi çav avêtine di warê demokratîze kirine herêma xwe de, lê bê goman ev proses dûvdirêje û hîn pir kar jê re dive ta ku were tekez kirin û çespandin.
Kurdên Tirkîyeyê di nav pêvajoyek mezin de ne û hin mafan bi dest dixin û pirsa kurdan bûye mijara welat a serek e. Siyasetmedar û rojnamevanên Tirkan di nav goftgoyên bêhempa de ne, pirsa kurd bûye pisa demokratîze kirine Tirkîye û ev proses ber pêşve diçe.
Mixabin rewşa kurdên Îranê ji parçên din cuda ye lê wilo xuye dike ku hîn tevgere vî parçî li ser pîya ye û li benda fersendê ye, rajîma Îranê bi tundî li hember pirsa kurdan diraweste û xortên kurdan bidarve dike, lê ev rajîm di nav leylanek giran de dijî û ne ser wext e, rewşa vî welatî pir aloz e û metirsî dare. Kêşeyên Îranê pirin, Îran di nav arîşeyên mezin yên aborî, siyasî û civakî de di live û li ber xwe dide.
Rewşa balkêş îro ya rojava ye, welatên hawirdor bi hemî hêza xwe rewşa kurdan di vî parçî de dişopînin û hewl didin ku kurd nebin xwedî statu, kurdên vê herêmê dixwezin herêma xwe biparêzin û nekevin nav şerên ku li seran serî welat digere bibin, kurd bawerin ku rejîma Baas wê birûxe û Sûrîye ji nû ve ava bibe, kurd baş dizanin jî ku rikberîya welat di rewşek aloz û xirab de ye, ji ber wê kurd hewl didin ku deverên xwe dûrî agirê şer bikin û di heman kat de jî dixwezin rêveberiyek xweser di herêmên xwe de ava bikin.
Rikberîye Sûrî mixabin wek şovonîstên baas nêzî pirsa kurdan dibin, dîtin û nêzîk bûna wan bi pirsgirêka kurdan re ne li gor ast û giring bûna vê pirsê ye, hîn nikarin di derbarê rewşa kurdan de serwext bin û bi awakî haydar, hişmend û têgihîştî nêzî vê pirsê bibin. Rikberîye Sûrî pir lawaz e, ne yeke, bigiştî ev rikberî di nav nekokiyên mezin de ye ji ber wilo jî wê nikaribe di pêşarojê de rewşa kurdan ber bi paşve bibe eger kurd xwedî yek helwest bin, lê helbet matirsî pirin. Metirsîye herî mezin a kurdan ne yek rêzî, pir rêbazî û ne lehev kirine tevger û rêxistinên wan e. Pir pêwîste ku rêxistinên kurdan haya wan ji vê pirsgrêkê hebe û divê rêxistinên kurdan agadar bin ku ev rewş dîrokî ye, ne hêsane û pêşeroja kurdan diyar dike, ev fersendek pir mezine ku kurd bibin xwedî statu di vî welatî de.
Welatên serdest yên bi rewşa Sûrî mijûlin, hîn dîtinên xwe li ser pêşeroja Sûrî diyar ne kirine, hîn beryar ne diyar e, lê helbet pir sînariyo di serê wan de hene, ez bawer dikim ku kurd ji wan sînayio û palanan ne bê parin.
Herêma rojhilata navîn di nav guherandinên mezin de ye û ev guherandin wê çarenûsa miletên herêmê diyar bikin.
Di roja îro de gelek welatên erebî û ewropayî di nav xebatên berhevkirina lêkolînan de ne û ji nêz ve rewşa kurdan dişopînin, mixabin ya balkêş ew e ku rêxistinên me hîn ti xwendinek baş li ser pirsgirêka xwe amade ne kirine, hîn kurdan daxwazên xwe eşkere û diyar ne kirine, ji ber wê pir pêwîste ku nivîskar, lêkolînvan, siyasetvan û akademisyanên kurdan lêkolînên berferih li ser rewşa xwe amade bikin, nerîn, nirxandin û şîroveyên serketî berhev bikin, di baweriya min de pêwîste ku kurd di welatên xwe de xwedî xwestekên eşkera bin.
Pirsgirêka rojavayê Kurdistanê pir giringe ji ber wê gereke kurd tev ji bo çareser kirine vê pirsê bi xebitin û bi awakî rasteqîn û dirist pê mijûl bibin, yek alî bi tene xwe nikare bi vî barî rabe, pêwîste kurd tev bi yek beryarê hewl bidin ji ber ku rewş ne demkî ye lê dîrokî ye û kurdan tevan alaqedar dike, bi baweriye min ku çarenûsa kurdan tevan bi pirsa rojava re girêdayî ye û çarenûsa kurdan di vî parçî de wê pêşeroja kurdan di herêmê de diyar bike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…