Ji komîteya amadekar a kongireya 4ê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê çend xalên pêwist.

Berî çend rojan, komikek; ji komikên rewşenbîriya kurdên Rojava yên sedsala bîst û yekê, daxuyaniyek belav kirin û dîsa dest bi vekirina pirtûka xapandin û rûpelên derewên mezin kirin. Daxuyaniyek e lawaz, têkçûyî, bêbingeh, tijî telaqreşî, sextebazî, tijî bêbextiya ku bi tenê mirovên sûtal û bênirx dikarin wan li qelem bidin.

Ji serê daxuyaniyê hetanî bi dawiya wê, şaşitî, agahiyên çewt û hewldanên rûreşkirina rastiya ronak. Hewldanên berbijêr ve ajotina peyvê û bêwatekirina wateya wendayî ya rewşenbîriya rewşenkuj.

Li bin sîwaneya duruşme û siloganên çirûk û vala û bi mebesta rêlibergirtina pêkanîna kongireya 4ê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, xwestin ku rewşa siyasî ya îroyîn ya li Sûryeyê û li Rojava wek alavekê bikarbînin û bi şêweyên qirêj û gemarane jî, (Komîteya Amadekar) wek dijberê (Şoreşa Sûryeyê) û xwe jî –xwedêgiravî, piştgir û çalakvan û welatparêzên herî dilsojane yên vê qonaxa hestyar, pêşkêş dikin.
Ji bo vê yekê, em, wek Komîteya amadekar, van xalên jêrîn ronîdikin û em dixwazin bi vê ronîkirinê rastiya ronak bibêjin:
1.    Di daxuyaniya xwe de, xwe wek damezrênerên Hevgirtinê destnîşan dikin. Ji xwe derewa ji vê mezintir tune ye.
2.    23ê kesên ku li Sandvikena Swêdê di 22ê nîsana 2004ê de civiyan û biryara avakirina Insiyatîva Rewşenbîrên Kurd dane, vê yekê baş dizanin.
Bê guman, kesên ku daxuyanî derxistine û imzekirine ne li wir bûn.
Dîsa jî ramana avakirina dezgehek e rewşenbîrî piştî 12ê avdara 2004ê serencama guftûgoyên di navbera Ehmedê Huseynî û helbestvanê kurd Hoşeng Biroka û Şêwekar Reşîd Hiso bû.
Îca ev damezrênerên ku ne li wir bûn ji ku derketin kes nizane?
Rastî guneh e, ji bo hin armancan, wisa bi serê wê nekin!!
3.    Sê kongireyên Hevgirtinê li dar ketin. Di amadekirinê de, di peydakirina cih û alîkariyê de, di ragihandin û têkiliyan de, gelo hûn li kuderê bûn? Ji xwe tişta herî malkambax û balkêş ew e ku, di kongireya sêyemîn de ya 28ê nîsana 2007ê de, ya li Gotenborga Swêdê, yek ji kesên ku daxuyanî imzekirin e amade nebûbû. Êdî ev xwedîlêderketina ji nişkê ve ya li Hevgirtinê ji kuderê hat, mebest jê çi ye? Çawan wisa ji nişkê ve wijdanê we şiyar bû û hat bîra we ku Hevgirtin ji destê we hatiye dizîn? Ma ne gelekan ji we, bi şev û roj, şerê Hevgirtinê dikirin. Hinekan ji we daxuyanî derxistin û dest jê berdan, hinekan xwe jê vekişandin û hinekên din jî, di komîteya kargêr de bûn, di serê rê de, li malê rûniştin?
4.    Di belavoka xwe de, dîsan derewan dikin, dibêjin ku, komîteya kargêr a Hevgirtinê nema bû, lê ya rastî ne wisa ye: komîteya kargêr hebû, ne nemana xwe û ne jî dawîhatina Hevgirtinê wek sazî ragihandiye.
5.    Tiştekî din ku pir balkêş e! Di daxuaniya xwe de, kesên ku imzekirin e, qet nizanin ku navê saziyê di (Kongireya Sêyemîn) de hatibû guhertin. Li gorî navê wê yê kevn daxuyaniya xwe ragihandin e. Ev jî cihê daxê ye; ji aliyekî û cihê mixabinî û sosretê ye; ji aliyekî din ve.
Di belavoka xwe ya êrîşker de, bi şêwazên pir arzan, bi bîr û boçûnên pir pûç û bi zimanekî ku li derveyî sinc û kesayetî û rewiştên rewşenbîran e, imzekerên belavokê; (Komîteya Amedekar) a Kongireyê sucdar dikin û xwe davêjin bextê şoreşa Sûryeyê da ku xwe şoreşgêr destnîşan bikin û me jî dijmin û dijberên şoreşê.
Dest ji van çîrokên ser tenûran berdin, xwe ji eşqa serdestên xwe rizgar bikin û bi tenê carekê xwedî li êşa miletê xwe derkevin. Xwe ji nirxên bindestiya xwe daweşînin û li xwe vegerin ka çi bi serê we hatiye.
Derew, bêbextî, keysperestî, durûtî, xapandin, telaqreşî, hevûdû ji holêrakirin û reşekujiya rastiyê, hin ji wan nirxan in ên ku serdest di hinavên bindestên xwe de diçînin. Xwe ji van nirxan azad bikin!
Em, wek Komîteya Amadekar a kongireya çaremîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, xwedî biryar in ku, Kongireya xwe li darxînin. Hevgirtinê veguhêzînin qonaxeke çalak, rola wê di jiyana çand û rewşenbîriya Rojava de biçesipînin, êşa miletê xwe zeft bikin û derbibirin, di kêlîkên dîrokî de xwedî li xwîna wî  derkevin û bi hemi karînên xwe civata civil berfireh û çalaktir bikin.
Destên me ji bo hemî rewşenbîran vekiriî ne, dilên me li derveyî kîn û tolhildanan dijene, em dixwazin rewşenbîrê kurd, di vê qonaxa hestyar de, xwedî kesayetî, proje û helwest be.
Dûbare; fermo bikin!
Werin em hişmendiyeke rewşenbîran e ku hêjayî pirsên tirsnak ên heyîn û neyînê bin biafirînin!
Werin, ji derveyî hemî nakokiyên siyasî, civakî, herêmî, dîrokî, em bûneweriyeke tekûz a rewşenbîrî pêşkêşî welatê xwe û civaka xwe bikin.
Komîteya Amadekar a Kongireya çaremîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)
10. 01. 2014
Têbînî ji boyî nivîskarê ku daxuyanî wergerandiye kurdî:
Di sernivîsê de we wisa gotiye,
Beyanek bo ” kongerê çaran a Hevgirtina rewşenbîrên rojava li derve”

Lê, beyana we ne jî boyî Kongireyê ye, derbar an jî derheqê Kongireyê ye. Di vir de jî şaşîtiyeke mezin peyda dibe!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…