Civîn

Reşad Şeref

Partizanên nuh yên li tevlî partiya ( …) bûyîn, mereqdarbûn, ko bi sekretêrê partiya xwere bicivin. Berpirsê komikê, malek li tenişta goristanê de kifşkir.
Goristan, dikeve nîveke bajêr de. Dîwarê goristan ê ne bilindbû, merovê ne gelekî kinbûya, dikarîbû bi hesanî kêlên tirba bibûne. Di şevên tarî de, dema tu di wê navçeyê re biçûya, çavên te bi wî dîwarê bi kevirên reş lêkirî û kêlên sipî biketa.!.
wê pora serê te rabûya û tirsekî xwe berdana laşê te.
Neyse, çira berpirsê komika partizanên nû dixwest civînê li wir be?
Belko, ji ber bêdengiya wê derê, yan çavên parastina ewlekariya dewletê li wir kêmbû, yan jî jiber tiştin din !
Pêşî, sekretêrê partiyê gihişt wî cihî. Paşê endamên komîteyê mîna diza, yeko yeko hatin. Jiboyî wan gêncan, rojekî bê hempa bû
Sosên aza, bi xwîn, bi can, hinartin sekretêr û partiya xwe.
 Civîn tewaw bû, mereqa wan bi cî hat. Hemî bihevre derketin. Tenê di wê derengî û kerbûba şevê de, kêvroşkek kedî ya wan cîranê li dora goristanê, ji xwere di çêrî. Ne xema wê miriyên goristanê bû, ne jî biryarên çilvilî yên partizanên gênc . xurme xurma wê bû giya dixwar. Dema çavên partîzanan pê ket, xwe li dora wê dane hev. Rebenê nema zanîbû wê bi kûre bireve, hema di cihê xwe de ma û ne livî, weko yek, xwe bispêre qedera xwe.
Sekretêr got: Hevalno, şûşeyek mey jî bînin goştê kêvroşka pir xweşe.
Swêsra 29.12.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...