Kurtefilmeke din berî Cenêv2-ê

Dr. Kamiran Haj Abdo
04.01.2013

Ev du-sê roj in xwadêgiravî Hevkariya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Rikeberiyê ya Sûriyê (HNHŞRS) û “Artêşen (ne)Azad yên Sûriyê″ (AAS) fermana jiholêrakirina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DÎÎŞ) dane. Ev jî qaşo ji ber wê yekê ye ku DÎÎŞ girêdayê rêjîma el-Esed e!

Li vir, tevî ku em ji zû de jî dibêjin ku DÎÎŞ û xwîşkên wê (el-Nusre… û hwd.) xizmeta ajendeyên rêjîmê dikin û wan şoreşa me ji riya wê ya bingehîn derxistine û welat û xelkê me kavik û wêran kirine, divê mera çend rastiyan bîne zimên:
1.  Bi baweriya min HNHŞRS û AAS dixwazin bi vê sênaryoya han xwe ji berî kongira Cenêv2-ê ji xeyseta terorê paqijbûyî bidin xuyakirin. Eger ne weha bûya, çima wan heya nuha ew terorîst destek dikirin û piştgiriya wan dikirin û xwe bi wan bi hêz dikirin?

2.  Biryara jiholêrakirina DÎÎŞ-ê hîn roja 08.11.2013-ê ji aliyê el-Zewahêrî (rêberê el-Qaîdayê) ve hatiye dan. Loman jî ewê ji xwe nemîne û tevlî xwîşkên xwe bibe. Ma ne el-Zewahêrî hîngê biryara yekbûna hêzên el-Qaîdayê li Sûriyê di bin navê Eniya el-Nusre ya Xelkê Şamê (“cebhetulnusra lîehlî el-şamî″) de da bû.

3. Tu riya din li pêş HNHŞRS û AAS ji wê yekê pêve nîne, ku îro berî sibeda xwe ji rêxistinên tundrew, taêfî, terorîst bi dûr xîne û xwe ji ajendeyên bêganan rizgar bike û tenê yek armanca pîroz bilind bike; ew jî ev e: Parastina yekrêzî û yekhelwestiya hêz, ol û netewên Sûriyê serûber li ser bingeha bernameyeke niştîmanî ya ron û aşkere li pênawî rûxandina totalîtarîsmê û avakirina welatekî demokrat û pirlayane ku tê de hemû mirov û pêkhateyên olî û netewî azad û wekhev bin.

Îro em li ber deriyê Cenêv2-ê ne. Ya herî girîng ew e ku em – piştî evqas sal be jî – fêm bikin ku ji çareseriya siyasî pêve tu riyên dî li pêşiya me nînin. Loman jî divê em li xwe û siyasetên xwe vegerin û hem xwe, hem siyaseta xwe bi vê rastiya ha re biguncînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...